Newroza Amedê ku bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî peyam hatin xwendin dayikên Nobeta Edaletê derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre girseya ku qad tijî kiribû Agirê Newrozê geş kirin. Dema Agirê Newrozê geş kirin coşa girseyê derket asta herî jor.
Girseyê piştî agirê Newrozê geş kir, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk, anî ziman ku ew sê tiştan dixwazin û wiha got: “Em berî her tiştî yekîtiya gelê kurd, dixwazin. Piştre çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk dixwazin. Herî dawî dîsa ji bo azadiya gelê kurd azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan dixwazin.