9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Amedê diherike qada Newrozê

Gelê Amedê ji çar aliyan ve diherike qada Newrozê. Tevî baranê jî gel ji çar aliyan ve berê xwe dide qada Newrozê.

Newroza îsal bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin û starta wê di 15’ê adarê de hatibû dayîn. Gelê Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk mohra xwe li Newrozê bidin. Wekî her sal, îsal jî navnîşana Newrozê Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ye. Herikîna qadê didome. Ji niha be bi hezaran kes li qadê kom bûn û dest bi govendê girtin.

Tê payîn ku demekî kin piştre pîrozbahî dest pê bike û welatî ji çar aliyên bajar ve diherikin qadê.

Bi taybet jî girseyeke qelebalix li ser Cadeya Evrîm Alataş heye. Girse li benda ketina qadê ye û dibêjin ku barîna baranê dê ji wan re nebe astengî û ew ji bo pîrozbahiyê amade ne.

Li gelek deverên bajar coşa Newrozê heye û li cade û kolanên bajar dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” olan didin.

Welatî ji 6 deriyên cuda dikevin qadê. Welatiyên dikevin qadê li ber muzîk û dahol û zirneyê govendê digerînin. Tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan heye. Welatî bi cil û bergên kurdî pîrozbahiyê li dar dixin. Hinek malbat bêyî ku guh bidin baranê, zarokên xwe ve hatin qada Newrozê.

Herikîna ber bi qadê ve didome û tê payîn ku bername demek şûnde dest pê bike.