2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Newrozê pîroz dikin

Li 8 navendên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi hezaran welatî bi rengê xwe berê xwe didin qadên pîrozbahiya Newrozê û Newrozê pîroz dikin.

Pêkhateyên Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pîrozkirina Newroza 2024’an ku bi dirûşmeya, “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye organîzekirin, berê xwe didin qadên Newrozê. Li Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê û Reqayê bi hezaran welatiyên kurd, ereb, suryan, tirkmen û ermenî ji saetên serê sibehê ve bi cil û bergên xwe yên herêmî ber bi qadên Newrozê ve ketin rê.  Welatiyên ku hinek ji wan bi seyareyan, hinek bi meşê diçin qadan, dîmenên rengîn ava kirin. Di seyareyan û meşan de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD, YPG, YPJ û  TEV-DEM’ê bilindkirin.

Hinek welatiyan jî, li ser hespan berê xwe dan qadên pîrozbahiyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî, bi tedbîrên ku li tevahiya herêmê girtine, alîkarî û hêsankariyê dikin.

Li gorî plansaziyên hatine derxistin, li tevahiya herêman pîrozbahî wê saat di 11.00’an de destpê bikin.