3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexşeyên li malên kurdan xêz kir

Şêwekar Abdulmutaleb Gandî diyar kir ku ew  pir ji Amedê hez dike û wiha got: Min pir dixwest hunermend û gelê Amedê werin ve pêşengehê, karê min yê hunerî bibînin ji ber wî min li Amedê pêşengeh vekir

Şêwekar Abdulmutaleb Gandî li komelaya çand û hunerê a Dicleyê di 4’ê mehê de pêşengehek wêneyan vekir. Pêşengeh dê heta 8’mehê vekirî bimîne. Şêwekar Abdulmutaleb di tabloyên pêşengehê de nexşeyên di malên kurdan de, jiyana jinan û pirrengiya kurdan xêz kiriye.

Jin jiyan e

Şêwekar Abdulmutaleb Gandî  têkildarî tabloyên ku  xêzkiriye axivî. Gandî diyar kir ku ew ji 27 saliya xwe de wêneyan xêz dike û wiha got: “Ez cara yekem di sala 2007’an de hatim Amedê. Ev cara duyeme têm Amedê. Min cara ewil li Galeriyê pêşengehê vekir. Min tabloyê di vê pêşengehê de cara yekem di vê pêşengehê de vekir. Min xwest ez di serî de li Amedê piştre li Hewlerê pêşengehê vekim. Ez pir ji Amedê hêz dikim. Min xwest hunermend û gelê Amedê werin ve pêşengehê karê mîn yê hunerî bibînin. Min 20 tablo xêz kirine. Min tabloya li ser êrîşên ku li jinan tê kirin xêzkiriye. Ji ber ku li gorî baweriya min jin jiyane. Ger jin nîn be jiyan jî nîne. Min di tabloyên xwe de nexşên ku di malê kurdan de tên bikaranîn derxistiye pêş. Nexşên li malên kurdan rengên germin. Bist sal in li ser tabloyên nexşe û fîgurên jinan xebatê dikim.”

Jin di her kêliyê jiyanê de hene

Gandî anî zima ku jin di hemû kêliyê jiyanê de ne û wiha domad: “Evindariya min a ji nan re pir zêdeye. Di nav malbatan de êş hemû li ser jinan e. Jin zarokan mezin dikin. Di hemû kar û xebatê ji bo civakê de cih digirin. Ji ber wî min jî xwest jinan di tabloyên xwe de derxim pêş. Min heta niha li Hewler, Gurcistan, Holanda, Stenbol, Şam û bû du car jî li Amedê pêşengeh vedikim. Min di sala 2007’an de li Amedê, 2008’an de li Holandayê, 2010’an de li Şamê, 2013’an de li Gurcistanê û îsal di 15’ê tirmehê jî li Stenbolê û herî dawî jî ya niha ye. Ya Stenbolê ez bi sê tabloya beşdar bûm. Ev pêşengeh ji aliyê çend hunermendê Erbeb ve hatibû li daxistin. Tenê ez kurd bûm.”

Pirrengiya kurda

Gandî qala çend tabloyên xwe kir û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Di tabloye ku jinekê bi destê zarok girtiye û dimeşe de min xwest ez zor û zehmetiyên ku jin dikşînin derxim pêş. Di tabloyekê din de jî min xwet jiyan û kêfxeşiyê jinan derxim pêş. Ew jî tabloya ku jin bi fîstanê mor û destê xwe avêtiye xêliya serê xwe ye. Pêşengeh rastî aleqeyeke mezin hat. Gelek hunermend û gelê Amedê hatin pêşengehê. Di nav malê kurdan de û li ser cilikên li malên wan raxistî de nexşên rengîn hene. Kurd ji rengîbûnê hezdikin. Di cil û bergên xwe de jî ev yek didan der. Divê jiyan pirrengî be.”