3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji Xezayê êrîşa bi fûzeyan

Ji nişke ve ji Xezayê bi dehan fûze ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin. Li gorî agahiyan piştî êrîşa bi fûzeyan gelek çekdarên filistînî jî derbasî çend niştecihên Israîlê bûne û hin israîlî wekî rehîn girtine

Li gorî ajansa AFP`ê, di saetên serê sibehê de bi dehan fûze ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, li herêmên Îsraîlê jî dengê sîrenan (hewarê) hat bihîstin.

Li herêmên cuda yên Xeza ya dorpêçkirî jî dengê teqînan hat bihîstin. Bombebarana li dijî gelek deveran li Xezayê ku beriya saet 06:30`ê sibehê dest pê kiribû, heta nîv saetê dirêj kir.

Servîsa Ambûlansê ya Îsraîlê “Stêrka Sor a Dawûd” jî ragihandin ku ji ber moşekên ji Xezayê hatine 2 jin hatine kuştin, 15 kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îsraîlê jî daxuyaniyek da, tê de hat gotin: “Piştî êrişên fûzeyan hejmareke terorîst ji Xezayê derbasî Îsraîlê bûn.” Di daxuyaniyê de ji şêniyên li herêmên derdora Xezayê hat xwestin ku li malê xwe bimînin. Artêşê rewşa awarte ragihand.

Serfermandarê Ketaib El Qesam Mihemed Deyf jî Tevgera Hemasê wekî berpirsê êrişa ji nişke ve ya li dijî Îsraîlê destnîşan kir.