4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Sûriye çawa teslîmî komplogeran bû?

Hevserokê PYD'ê Salîh Muslim, têkildarî salvegera komployê diyar kir ku komplo bi ser neket, lê planên komployê berdewam dikin û got: "Sûriye li dijî komplogeran bi peymana Edeneyê teslîm bû. Lê gelê kurd li dora Rêber Ocalan bûn yek û bi fikr û felsefeya Ocalan bêtir hişyar bûn û pêşengiyê ji Rojhilata Navîn re dikin."

Serokê DYA’yê demê Bill Clinton di sala 1995’an de çû serdana Sûriyeyê û dixwest Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bi cih bîne. Bi vê yekê plana komployê dest pê kir. Clinton di 9’ê nîsana 1996’an de bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kostas Simitis hevdîtin kir. Bi vê yekê komplo gav bi gav hate amadekirin. Di 17’ê îlona 1998’an de li Washingtonê di navbera PDK, YNK û DYA’yê de Peymana Otonomiyê hate îmzekirin û bi vê yekê re lingê kurd ê komployê jî hate temamkirin. Dorpêça leşkerî, siyasî û dîplomatîk a ku dewletê kûrewî yên di komployê de cih digirin li ser Sûriyeyê ferz dikir, di 9’ê Cotmeha 1998’an de encam girt. Rejîma Hafiz Esad bi hêzên kûrewî re li hev kir û serî li ber komplogeran tewand. Piştî vê yekê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwest ku di demeke kin de ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de biryarek dîrokî da û li şûna berê xwe bide çiyê, berê xwe da Ewropayê. Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim der barê armanca komplo, encamên piştî komplo û geşedanên piştî komployê li Rojhilata Navîn pêş ketin ji Xwebûnê re vegot.

Gelê kurd li dijî komployê yekîtiya xwe xurt kir

Salîh Muslim ewil bal kişand ser armanca komplogeran û wiha got: “Hêzên komploger bêguman komploya ku li dijî Birêz Ocalan dest pê kirine, di çarçove û planekê de pêk hat. Xwestin projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) pêk bînin. Van hêzên komploger ji salên 1995’an de ev plan amade dikirin. Di plana wan de parastina gelê kurd û mafê kurdan tune bû. Lê li Rojhilata Navîn jî 50 milyon nifûsa gele kurd heye. Dikare hevsengiya cîhanê û Rojhilata Navîn tevî biguherîne û sero û bin bike. Yê ku karibe bandorê li ser gelê kurd bike û araste bike Rêber Ocalan e. Ji ber vê yekê xwestin xwe ji  Rêber Ocalan xelas bikin. Dest bi planê kirin ku Ocalan ji holê rakin û dest bi komployê kirin. Di çarçoveya komployê de xwestin an bikujin, an dîl bigirin an jî ji Sûriyeyê derxin. Em nikarin bibêjin komplo gihiştiye encama xwe. Ji ber ku Projeya wan a Mezin a Rojhilatê Navîn ku armanc dikirin têxin meriyetê, hêjî pêk nehatiye. Li dijî planê Rojhilata Navîn bêtir serobino bûye û kaos pêş ketiye. Plana ku dixwestin li Rojhilata Navîn pêk bînin pêk nehatiye. Ji ber vê yeke komplo bi ser neketiye. Lê plana komplo hêj berdewam dike. Lê li aliyê din li dijî komployê têkoşîn jî berdewam dike. Êdî têkoşîn fireh bûye û ji Rojhilata Navîn derketiye. Dîsa komploya di şexsê Serokatiyê de pêk hatiye jî negihiştiye armanca xwe. Di hundirê komployê de tunekirina gele kurd hebû. Gelê kurd jî tune nebû. Gelê kurd hêj li ser piyan e û li ber xwe dide. Li çar parçeyên Kurdistanê hev girtiye û yekîtiya xwe pêş xistiye.

Sûriye bi îmzekirina Peymana Edeneyê teslîmî bû

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim, bal kişand ser guhertinên di Sûriyeyê de û teslîmiyeta Sûriyeyê û wiha axivî: “Çawa ku komployê dest pê kir û Birêz Ocalan ji Sûriyeyê derxistin, wê demê Sûriye teslîm bû. Van hêzên komploger çi xwestin li Sûriyeyê pêk anîn. Yek ji vana jî dostaniya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bû. Peymana Edeneyê jî encama vê yeke ye. Piştî komployê dest pê kir û çend roj şûnde peymana Edeneyê îmze kirin. Em vê îmzeya peymanê wekî teslîmiyeta Sûriyeyê dibinin. Tirkiye li ser vê peymanê dixwaze bêtir qada xwe ya li Sûriyeyê fireh bikin.”

Li Sûriyeyê zext li ser kurdan zêde kirin

Salîh Muslim, bal kişand ser pêvajoya piştî komployê ya li Rojava û wiha lê zêde kir: “Li Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê jî tiştên ku pêk hatin cuda bûn. Piştî ku Sûriye teslîmî Tirkiyeyê bû, Tirkiye li gorî xwe di hundirê Sûriyeyê de xebat kir. Zextên zêde li ser gelê kurd pêş ket. Girtin, kuştin, îşkence pêş ket. Ev zext heta salên 2011-2012’an berdewam kir. Ev zext li ser daxwazên Tirkiyeyê pêk hatin. Piştî komployê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek zor û zahmetî dît. Lê piştî serhildanên gelê Sûriyeyê rewş hat guhertin.”

Komplo bû sedem ku kurd bêtir hişyar bibin û li dora Serok kom bibin

Muslim, der barê bandora komployê ya li ser kurdan jî axivî û wiha berdewam kir: “Bandora komployê ya li ser gelê kurd zêde bû. Di destpêkê de gelê kurd li dijî vê komployê şaş ma. Nizanîbû dê çi bike. Ewil bêheviyek çêbû. Lê piştrî daxuyaniyên Serokatiyê û paraznameyên ku derxistin carek din gelê kurd hat ser xwe û heviya wî zindî bû. Bêtir li dora Serokatiyê kom bûn û ketin nava lêgerîna xelaskirina serokê xwe.  Bêtir bi serokê xwe ve hat girêdan. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala demokrasiyê pêş dikeve. Hêz û çavkaniya xwe ji fikrên Birêz Ocalan digirin. Ji ber vê yekê komplo li dijî tunekirina kurdan negihişt armanca xwe. Dijberî vê yekê komplo bû sedem ku kurd bêtir hişyar bibin. Bêtir ketin nava lêgerîna parastinê. Her wiha fikra Birêz Ocalan jî felsefeyek nû ye. Vê fikr û felsefeyê hişt ku kurd di Rojhilata Navîn de bibin pêşengê demokrasiye. Kurd li ser vê fikr û felsefeyê gihiştin hev û bêtir xwe bi rêxistin û hêz kirin. Ev fikr bûye modela Konfederalîzma Demokratîk ku hemû gel karibin bi hevre û di nava hev de bijîn. Raste bi Komployê Birêz Ocalan hat girtin, lê bi fikr û felseyefa xwe karibû gelê kurd komî ser hev bike.”

Li Îmraliyê hem tecrîd û hem îşkence heye

Salîh Muslim, li ser rewşa hêzên komploger Tirkiyeyê jî nerînên xwe parve kir û wiha berdewam kir: “Ji sala 1999’an heta niha gelek tişt hatin guhertin. Heviyên Tirkiye û hêzên komploger pêk nehatine. Planên wan pêk nehatin. Ji ber vê yekê li tevahiya cîhanê kaos zêde bû. Ji ber projeya wan bi encam nebûye komployê berdewam dikin. Dixwazin Rêberê Gelê Kurd bi tecrîdê ji gelê Kurd dûr bixin. Zêdeyî 3 sal û niv e kes nikare pere hevdîtinê bike. Ditirsin ku bi hevdîtinan planên wan dîsa serobino bibin û kurt tiştekî nû bikin. Dixwazin gelê kurd ji fikrên wî dûr bixin. Dizanin ku Serok ji ber kurahiya fikrên xwe dikare hikûm li ser her kesî bike. Ji ber ku hêzên heyî tevan nas dike, dikare rêbertiyê ji gel re bike. Hêzên komploger ji vê hêza wî ya rêbertiyê ditirsin. Li Îmraliyê tenê tecrîd tune ye. Hem tecrîd û hem îşkence heye. Niha di nava deste dijminekî hov de ye. Dijminê ku çekên kîmyewî li dijî gelê kurd bikar tîne, Rêberê Gelê Kurd di destê xwe de dîl girtiye.”

Qedehek av jî dikin mijara siyasî

Salîh Muslim destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê êdî vegeriya ye îşkenceyê û wiha got: “Ez bawer dikim ku heta qedehek av jî didin Serok, vê yekê jî dikin mijara siyasî. Belkî rojekê av didinê, rojekê avê nadinê. Gefan lê dixwin. Di mijara xwarinê de, dema nan jêre diçû digotin ‘em ê te jahrînî bikin û bikujin’. Serok di bin îşkenceyê de ye. Dema pariyek nan dixwe bi tirs dixwe. Îşkence ji vê yekê mezintir tune. Tenê tecrîd tune ye. Îşkenceyek mezin heye. Tirkiye jî îşkenceyê dike, hêzên komploger jî piştgiriyê didinê. Siyaseta Tirkiyeyê jî xizmeta armanca komplogeran dike.”

Komplo pûç dibe

Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim li ser helwesta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê jî rawestiya û wiha dirêj kir: “Helwesta Rêberê Gelê Kurd Ocalan nehişt ku komplo bi encam bibe. Bi fikr, bawerî û têkiliyên xwe û bi rêxistinkirina gelê kurd, destur neda ku komplo bigêje armanca xwe. Lê em nikarin bibêjin tevahiya planên wan jî pûç bûye. Ji ber ku heta niha dest ji komployê bernedane. Dibe ku komplo ji sedî sed pûç nebûbe, lê ber bi pûçkirinê ve diçe.  Xwedîderketina gelê kurd a li Rêberê xwe ji bo hêzên komploger pirsgirêk e. Ez hêvî dikim ku di demek nêzîk de hemû planên wan bûç bibin. Rêberê gelê kurd jî vegere nava gelê xwe.”

Tirkiye hebûna kurdan ji bo xwe xetere dibîne

Muslim li ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî kurdan jî rawestiya û pêde çû: “Hej hinek israrkirina li ser komployê berdewam dike. Lê êdî siyasetên wan hinekî hatin guhertin. Fikrên wan hatin guhertin. Êdî meseleya gelê kurd wekî berê xetere li ser xwe nabînin. Lê hinek mîna dewleta Tirkiyeyê hebûna gelê kurd ji bo xwe xetere dibine. Ji bo xwe dijmin dibine. Hebûn û tunebûna xwe di temamkirina komplo de dibine. Ji ber vê yekê di komployê de israr dike. Ji 2015’an ve piştî Plana Hilweşandina Gelê Kurd xistin rojevê, dan û stendina Tirkiyeyê ya bi DYA, Ewropa û NATO re bûye mijara şantajê. Dibêje tu vê yeke bike ez jî bikim. Tu neke ez jî nakim. Bi şantajê nêzî van hêzan dibe. Êdî Tirkiye jî ketiye talûkê. Ji ber ku niha mijara Rûsyayê ketiye rojevê. Mijara NATO ketiye rojevê. Ev yek dê heta ku here ne diyar e.”

Rejîma Îran û Sûriyeyê jî li dijî pergala xweseriya demokratik bi Tirkiyeyê re ye

Salîh Muslim herî dawî li ser hevkariya Sûriye, Tirkiye û Îranê rawestiya û ev tişt got: “ Ev êrîşên dawî temamkirin û berdewama komployê ye. Ji ber ku heta niha komplo negihişt serî ji bo komployê bi encam bikin van êrîşan berdewam dikin. Tirkiye projeya Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo xwe qetere dibine. Tirkiye ji sala 2012’an ve li aliyekî li Sûriyeyê çareseriya demokratik asteng dike û naxwaze rêveberiya xweser pêş bikeve. Dixwaze vê pergala xweseriyê ji holê rake. Bêguman rejîma Sûriye û Îranê jî bi Tirkiyeyê re ye. Naxwaze pergalak modernîteya demokratik li  Rojhilat pêş bikeve û ji bo gelan bibe mînak. Ev êrîşên dawî jî planên hilweşandina pergala xweseriya demokratik e. Dixwazin vê pergalê tune bikin. Bêguman gelê me jî li dijî van êrişan li ber xwe dide. Em dibinin li Rojava kurd tev piştgiriyê didin pergala xweseriyê û li dijî êrîşan derdikevin. Em hêvî û bawer dikin ku ev êrîş jî vala derkevin.”