3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo bîranîna Rojnamevan Nagîhan Akarsel Mala Xwendinê vekirin

Rojnamevan, nivîskar, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin. Jinan bi minasebeta salvegera Akarsel, li Helebê Mala Xwendinê vekirin

MÎT’a Tirkiyeyê û hêzên girêdayî PDK’ê di 4’ê Cotmeha 2022’an de rojnamevan, nivîskar, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê li ber mala wê qetil kirin. Jinan bi munasebeta salvegera yekemîn qetilkirina Nagîhan Akarsel cara ewil li Helebê Mala Xwendinê vekirin. Jinan derbarê vê yekê de hestên xwe ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Mîdye Mîqdet re anîn ziman.

3 meh in amadekarî tên kirin

Li ser navê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Taxa Şêxmeqsûdê Rojiyan Hisên li ser vekirina Mala Xwendinê wiha got:”Em vekirina Mala Xwendinê ya bi navê pakrewan Nagîhan diyarî pakrewan Nagîhan dikin û di kesayeta wê de em hemî şehîdên ku di riya azadiya jinan de bûn pakrewan bi bîr tînin. Ev Mala Xwendinê bi pêşengiya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Giştî hat vekirin û sê heyv in amadekariya wê tê kirin. Wê xebatên bi çarçoveya lêkolîn, xwedin û pêşxistinê bên kirin.”

 Ji bo pêkanîna xeyalê Nagîhanê Mala Xwendinê vekirin

Rojiyanê derbarê girîngiya vekirina Mala Xwendinê de wiha got:”Di vekirina Mala Xwendinê de me xwest jin xwe pêş bixin. Ji bo pêkanîna xeyalê Nagîhanê Mala Xwendinê hat vekirin. Wê çalakiyên curbecur li Mala Xwendinê bên lidarxistin.”

 ‘Ji bo keda Nagîhan Akarsel ev mal hat vekirin’

Di heman demê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Herêma Efrîn û Şehbayê, Şêrîn Hesen da zanîn ji bo keda Nagîhan Akarsel ev mal hat vekirin û wiha domand:”Salek ji ser şehadeta pakrewan Nagîhan re derbas dibe. Em jî di şexsê pakrewan Nagîhan de hemî pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber hemberî wan ditewînin. Ji bo ku em layîqî ked û tekoşîna Nagîhan derkevin me xwest em Mala Xwendinê di Helebê de bidin vekirin. Ev mala xwendinê ya duyemîn e ya yekem li Silêmaniyê hat vekirin.”

 ‘Di şexsê pakrewan Nagîhan de xwestin vîna jina zane têk bibin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Şêrînê da zanîn dewleta tirk ji bo ku vîna jina zane têk bibe Nagîhan Akarsel kir hedef û wiha got:”

Pakrewan Nagîhan bi destên sîxuran hat şehîdxistin. Xwestin di şexsê Nagîhanê de, zanist, vîn û îradeya jina zane têk bibin lê her çiqas bixwazin vîna jinan hedef bigirin jî wê daxwaza wan pêk neyê. Ji ber ku em hêza xwe ji pakrewanên xwe digirin û heta em civakê bigihînin asta zanist û zanebûnê em ê li berxwe bidin.”