4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê  bi rêya 3’yemîn xwe rêxistin bikin’

Parlamenter Serhat Eren diyar kir ku wê li ser pirsgirêkên civakê û bi taybetî tecrîdê, bi polîtîkayên rêxistinkirina têkoşînê berfireh bikin û got: “Em ê li dijî bloka AKP-MHP û bloka kemalîst, bi rêya 3’yemîn xwe bi rêxistin bikin.”

Partiya Çepên Kesk wê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê” di 15’ê cotmehê de li Eywana Werzîşê ya Ataturkê  kongreya xwe pêk bîne. Partiya Çepên Kesk, piştî hilbijartinê bi gel re hatin cem hev, civîn li dar xistin. Li ser encamên hilbijartinê û xebatên xwe niqaş kirin û rexnedayîna xwe dan. Piştî civînan, kanferansa jinan û giştî pêk anîn. Di konferansan de biryar hatin girtin û amadekariya kongreye kirin. Partiya Çepên Kesk dê di 15’ê cotmehê de kongreya xwe pêk bîne. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê  Serhat Eren têkildarî komgreyê ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Parlameter Serhat Eren diyar kir ku ew ji kevneşopiya ku ji mekanîzmayên rexne û rexnedayînê  tên û wiha got: “Rexneyên ku di pêvajoya hilbijartinê de hatin kirin, di civîn û konferansan de têr hatin nîqaşkirin û dersên girîng hatin derxistin. Em li ser van rexneyan, siberojê ji nû ve ava dikin. Lê divê bê zanîn ku rexneyên hatin kirin, ne li ser rêzikname û bernameya partiya me bûn. Rexne li şêwaza rêvebirinê û mekanîzmayên biryargirtinê hatin kirin. Rexneyên navendîparêziyê, di burokrasiyê de, zimanê zayendperestiye, kêmasiyên îdeolojîk, kêmbûna însiyatîfa herêmî, rêxistinbûna horizontî (parelel) û siyaseta temsîliyetê bûn. Di serdama nû de ji bo ku xeletiyên berê dûbare nebin, em xebatên xwe didomînin. Weke ku min behs kir, der barê rêziknamê de tu rexne tune. Lê bi guhertina navê partiyê ji bo serdema nû, ji aliyê hevalên me ve ji bo pêwîstiyên partiya nû bi cih bîne, rêzikname tê amadekirin. Komîsyona me ya rêziknamê xebatên xwe didomîne.”

Çima pêdivî bi guhertina nav dibinin

Eren da zanîn ku guhertina navê partiyê ji hewcedariyê zêdetir peywireke û wiha lê zêde kir: “Weke tê zanin li ser HDP’ê êrîş û dorpêçek giran hene. Doza Kumpasê ya Kobanê û doza girtinê bi hevre didome. Bi HDP’ê ketina hilbijartinê dê encamên giran bi xwe re bianiya. Lewma em bi hevkarên xwe, bi Partiya Çepên Kesk ketin hilbijartinê. Lê HDP partiyeke sîwan û kongreyê bû. Çepên Kesk ne xwediyê mîsyoneke wiha bû û peymana wê jî ne li gorî vê wezîfeyê bû. Lê xwediyê peymaneke cuda bû. Di vî warî de divê em li hemberî Çepên Kesk neheqiyê nekin. Di pêvajoyeke dîrokî de berpirsyariyeke girîng girt ser milên xwe. Wê di pêvajoya ku berdewam dike de Partiya Çepên Kesk wekî partiya me ya hevkar hebûna xwe bidomîne û ji bo berdewamiya HDP’ê jî weke kongre û sîwan navekî nû pêwîst e. Bi gotineke din, ev yekane formul e ku navê partiyê biguherîne û di heman demê de hebûna Partiya Çepên Kesk bidomîne. Pirsgirêka alîkariya hilbijartinê jî heye. Ji ber vê yekê ev hinekî mecbûrî ye.”

Armanca tasfiyekirina HDP’ê

Eren bi lêv kir ku ew bawer dikin ku rêya derketina ji krîzên ku jiyana gelê kurd û gelên Tirkiyeyê dorpeç dike bi piştgirî û têkoşîna civakî pêkan e û wiha berdewam kir: “Ne tenê li Tirkiyeyê li cîhanê jî krîzên giran hene. Di dema ku krîzên aborî, siyasî, civakî û ekolojîk roj bi roj kûr dibin, pêleke zêde ya nijadperestiya rastgir, neteweperestî û otorîterîzmê hemû jiyanê dorpêç dike. Bi plana hilweşînê ya bi biryara MGK’ê ya di sala 2014’an de, xwestin ku gelê kurd û nûnerê siyasî yê HDP’ê û paradîgmaya wê têk biçe.  Gelên Tirkiyeyê jî bi pergala Serokatiyê re bûn hedef. Bi tasfiyekirina HDP’ê re dihat xwestin ku pirsgirêka kurd bêçareserî bidome. Li aliyê din jî bi pergala desthilatdariya serokomariyê xwestin ku desthilatdariya sermayeyê biparêzin. Ev rejîm piştgiriya partiya sereke ya muxalefetê jî bi dest xistiye, ku li dijî pirsgirêkên bingehîn nerazîbûnê nîşan nade. Beriya her tiştî parêzbendî û rejima qeyûmê vê rastiyê derdixe holê. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi berfirehkirina siyaseta rêya 3’yemîn a li dijî van hêzan pirsgirêkan çareser bikin.”

Girîngiya rêya 3’yemîn

Eren anî ziman ku her tecrîd kûr dibe, hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê kûrtir dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li dijî bloka desthilatdariya qesra faşîst a AKP-MHP’ê û bloka kemalîst xwe bi rêya 3’yemîn, yanî siyaseta çareseriyê bi rêxistin bikin. Di plana çareseriya van herdu blokan de kurd, elewî, feqîr, kedkar, jin û ciwanan tune ne. Çareseriya Komara Demokratîk, makezagona  Demokratîk û daxwazên hemwelatîbûna wekhev di rêya 3’yemîn de ye. Pirsgirêka herî bingehîn a ku divê di jiyana nû û pêvajoya avakirinê de bê çareserkirin pirsgirêka kurd e. Li şûna polîtîkayên înkar, îmha û çewisandinê, li dijî blokên desthilatdar û muxalîf bi têkoşîna rewa ya kurdan a ji bo mafê aştiyê, bi taybetî jî tecrîda mutleq, divê gavên aştiyê bên avêtin. Di vê çarçoveyê de em ê li ser pirsgirêkên civakê, bi taybetî jî tecrîdê, bi hevkariya derdorên ku bi polîtîkayên cudaxwaziyê re rê bi rû mane bi rêxistinkirina têkoşîna xwe ya hevpar siyaseteke berfireh bikin. Di esasê xwe de em ê bi nêzîkatiyeke ku tifaqan xurtir bike, rêveberî û şêwaza nû diyar bikin.  Em ê komîsyonên gund û taxan, meclîsên gel ava bikin. Bi torên rêxistinî, polîtîkaya tifaq û mezinkirinê, em ê ji bo hemû bindest û yên ku li Tirkiyê tine tên hesibandin polîtîkayeke ku tifaqa herî berfireh a civakî û demokratîk ava bike, bi rêxistin bikin.”