spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Ewropayê xwepêşandan û dibistan

Ger welatê mirov dagir bûbe ji meş û xwepêşandêriyê (hawarê) bêtir a girîng şer e, a girîng aqilmendî û stratejî ye. Şer û aqil û stratejî bi perwerdehiyê ava dibin, ne bi hawaran û wepêşandanan

Li Ewropayê kurd ji perwerdehiyê bêtir guh didin xwepêşandêriyê. Bê xwepêşandan nabe helbet. Hêrsa gel girîng e. Gava neheqî û bêdadî hebin divê kurd derkevin kuçe û kolanan û mafê xwe biparêzin. Lê her gav û her tim xwepêşandêrî nabe. Xwepêşandêrî nikare şûna her têgehê dagire. Xwepêşandan wateya wan ew e ku mirov rastiyekê bi her kesî bide nîşandan. Jixwe her kes, dost û dijmin, bi neheqiya dewleta tirk a ku li kurdan dike dizane, lê tevî ku dizanin jî kes deng nake. Kurd neheqiya ku li wan dibe pir dibêjin, bi xwepêşandanan pir nîşan didin, lê ev hêç e, nayê hesabê kesî, ne xema kesî ye. Xwepêşandan heta ciyekî diyarker û bikêrhatî ne, piştî wê bê bandor in, bê wate ne. Hawara kurdan  – ku xwepêşandan celebine hawarê ne –  ne xema xelkê ye. Divê kurdan êdî ev fam kiribe: Bi hawaran welat nayên avakirin.

Dinya pê bihise jî pê nehise jî, ji bilî kurdan, kes ji kurdan re, ji dêvla kurdan, ti welatî ava nake. A girîng hêz e, hêza te hebe tu tê naskirin, tu mafdar î, lê heke hêza te tune be welatê te dagir bûbe jî tu neheq î; tu çiqasî li kuçe û kolanan biqîre jî bêfêde ye, kes guh nade te.

Ger welatê mirov dagir bûbe ji meş û xwepêşandêriyê (hawarê) bêtir a girîng şer e, a girîng aqilmendî û stratejî ye. Şer û aqil û stratejî bi perwerdehiyê ava dibin, ne bi hawaran û wepêşandanan. Li Ewropayê, ji meş û xwepêşandanan bêtir gerek perwerdehiya kurdan hebe. Kurd bi zanînê û bi perwerdehiyê zûtir û hêsantir dikarin bigihêjin armanca xwe. Dijminên kurdan ne bi tenê dewletên tirk, faris û ereb in, dijminê kurdan ê herî mezin cehalet e. Ji bo kurdan xêr û ber di fêrgeh û ramangehan de heye ne di gazî û hawaran de. Di fêrgeh û ramangehan de plan û pêşeroj tên sazkirin, lîstik û fen û fûtên serdestan tên pûçkirin.

*

Li bakurê Kurdistanê ji ber sedema bindestî û kolonyalîzmê vekirina dibistanên kurdî, û bi taybetî jî vekirina zanîngehên kurdî ne gengaz e, qedexe ye. Lê ev yek dikare li welatên Ewropayê pêk were. Li vir kêm zêde 2 milyon kurd hene û ev gelhe ne hindik e, nabe ku bê perwerdehî bimîne.

Kurdên ku çûne Ewropayê heke xwe perwerde nekin piştî demekê wê giş asîmîle bibin. Jixwe kurdên li Ewropayê  – wek ku tirkîtî ziman û çanda ewropî be –  hîn xwe ji gemara serdestê xwe neşûştine; bedena wan li Ewropayê ye lê giyanê wan hê jî di nav lepên serdestê wan de kole ye.  Kurdên ewropî ji bo giyanê xwe, ji bo azadiya xwe, gerek li Ewropayê dibistanên xwe ava bikin. Li wir derfet, fermiyet û hêza kurdan heye, ev fikr dikare pêk were.

Bi vekirina dibistan û zanîngeh û ramangehên (tin tank) li Ewropayê, kurd ne bi tenê wê xwe ji bişaftinê rizgar bikin, her wiha wê xêra wan bigihêje gelê ewropî û dinyayê jî. Dibistan û zanîngehên û ramangehên kurdî wê bibin serşokên bindestiyê. Bi van saziyan wê ruhê kurdan ji gemara kolonyalîzm û koletiyê rizgar bibe.

Di dibistan û zanîngeh û ramangehên kurdî de xebatên li ser zanistî, huner, civak û siyasetê, wê hem kurdan xurt û resen bike, û hem jî wê hebûna kurdan bi dinyayê baştir bide naskirin. Kurd li Ewropayê bi tenê xebatên propagandayê dikin, propaganda kefa li ser avê ye lê perwerdehî av bi xwe ye.

*

Zanîngeh û dibistan û ramangehên ku li Ewropayê vebin wê ji bo têkoşîn û azadiya Kurdistanê bibin keleh. Vekirina van dibistanan ne bi tenê ji bo kurdên ewropî, her wiha wê ji bo kurdên li Kurdistanê jî derfeteke pir baş be. Heger li Kurdistanê zarokekî behremend û hişbilind hebe dikare biçe li van dibistanan bixwîne. Zarokekî di sporê de serkeftî dikare di temenekî biçûk de biçe li van dibistanan perwerde bibe û jê sportmend an jî futbolîzekî mezin derkeve. Her wiha vêya di heman demê de ji bo hemû zarokên di huner û zanistiyê de taybet in jî derbasdar e. Zarok û ciwanên kurd gava li van dibistan û zanîngehan bixwînin wê qabiliyeta wan nemire û wê di nav lepên dewleta kolonyalîst de bê kesayet û bê esl nemînin. Ev fêrgeh û ramangeh wê bibin dozgeh jî. Doza kurdan mafdar e; azadî û mafdariya kurdan di van fêrgehan de wê bê fêrkirin.

*

Dewleta tirk derfetê nade zarok û xwendekarên kurd ku xwe pêş bixin. Heke carekê derfetekê ji xwendekarekî kurd re çêkin jî, kesayet û nasname û kurdbûna wî dikujin. Pergala tirkan a ku jê re “dewşirme” (bêeslkirin) dibêjin ji dewleta Osmanî vir ve berdewam e. Ev pergal pir xetere ye, ruhkujê zarokan e. Bi pergala dewşirmetiyê (bêeslkirinê) dewlet di saziyên xwe yên giyankuj de zarokan bi rêya perwerdê asîmîle dike û wan dike xulamên xwe. Vê gavê pergala dewşirmetiya dewleta Tirkiyê, ji a Osmaniyan pêşketîtir dixebite: Berê gava zarokek dibû endam û karmendê dewleta Osmanî “dewşirmetî” li ser wî pêk dihat, lê niha li dewleta Tirkiyê zarok bibe karmend nebe karmend jî, ji bo hemûyan “dewşirmetî” tê ferzkirin û giş tên bêeslkirin. Di nav sînorên dewleta tirk de ti zarok û xwendekarekî kurd nikare bi nasnameya xwe ya kurd bibe xwedî cî, rol û serkeftin.

Dibistan û zanîngehên kurdan ên li Ewropayê wê polîtîkaya “dewşirme”tiyê têk bibin. Zarok wê bi nasnameyên xwe yên resen ji bo milet û doza xwe ji dil û can bixebitin. Ji van saziyan wê gelek hunermend, sportmend, zanist, nivîskar û mucîdên mezin derkevin. Îcadeke teknolojîk, dermanekî biyolojîk ji bo kurdan û dinyayê hêz e, xebateke pir hêja ye.