4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêr, gur û rovî

Hevaltiya şêr, gur û rovî di nava civaka Rojhilata Navîn de pir tê gotin. Li Rojhilata Navîn têkiliya di nava civakê de bêtir li ser ajalan hatiye pênasekirin. Hevaltiyên bi fen û fût wekî hevaltiya şêr, gur û rovî tên pênasekirin

Şêr rûsipî û mezinê ajala ye, Parazvan Rovî jî dergevan û katibê Şêre. Li zozan û çiyan digerin birçî dibin . Şêr ji gur û rovî re dibêje; Ka herin ji me re pezek an jî xwarinek bidest bixin û bînin. Rovî derdikeve ser zinarekî li der dorên xwe mêze dike, dibîne keriyek pez di bin tara wan de ye. Rovî tê ba şêr û dibêje; Mîrê min, min keriyek pez dît destûra te hebe ez û gur herin ji te re taştêyekê bînin. Li ser vê gotina rovî, şêr dibêje; Sed aferî ji te re ka herin ji min re mîheke stewr û qelew bînin. Gur û rovî xwe berdidin jêrê ba kerî. Seyên li ber kerî xwe dane aliyê şivan û kerî.

Rovî dibîne ku gur bi fetl û fena nizane wê kûçik wî bibîn û perîşan bikin. Rovî ji gur re dibêje; Mamê gur destûra te hebe, ez ê xwe şanî seyê li ber kerî bidim, dema ku min dîtin ez ê birevim , ew ê jî bidin pey min. Dema ku seh ji kerî dûr ketin şivan jî te nabîne, tu mîhek baş di nav kerî de bi neqîne û bîne. Vê çalekî û tektîka rovî dikeve serê gur. Gur dibêje; Başe, ka tu here ez jî dûre tême bal pez. Rovî çindik çindik dilîze xwe ravî seyê ber pez dide . Seh dema çav bi rovî dikeve dide pey wî, seyê din jî ji aliyê din ve tê, rovî direve seh li pey wî ne . Şivan jî halan dide seyên xwe, Şêro, Şepal bigrin ha bigrin, şivan li pey seyên xwe banzdide , terka pez dike.

Meydan ji gur re dimîne, gur mîhek bijare digre tîne bal şêr rovî jî tê şêr li devê çemê avê xwe dirêj kiriye , dema mîhê dibîne carek din ji gur û rovî re spasî dike. Şêr dibêje; Ka yek ji we çerm û hestiyan ji hev derine û goşt bidin min ez birçî me. Rovî dibêje; Mîrê min tu mezinî du re jî gur mezine, ev kar li min nakeve bila mamê gur par ve bike. Şêr dibêje raste, gur bi lez û bez goşt û hestiyan ji hev du diqetîne, hestî li aliyekî goşt jî li aliyekî datîne. Gur pir birçî bûye, şêr jî li benda goşte, gur hîn hestiyên parsûyê mîhê datîne ber şêr, hestiyek piçûk jî dide ber rovî, hemû goştê mîhê dide ber xwe.

Şêr dibîne ku gur ev bêrêzî û çikûsî kir, dibêje gur, ‘Bi salane ku ez mîrê we ajalên zozana û çiya me û we diparêzim, başe edaleta te ev e. Lê ku tu bikevî dewsa min wê gavê tuyê mafê hemû ajalan ji wan bistînî.’ Şêr bihêrs û hidet radibe ser xwe, dest û pencê xwe li serê gur dide çavek gur derdikeve der û serê wî dikeve gola avê. Rovî dibîne ku gur kete çi rewşê, çavê wî avête derve, poça gur bu zend û can da. Şêr ji rovî re dibêje; Rovî ka vî goştî tu par vebike em taştê bixwin.

Rovî goştê mîhê hemû nermê goşt danî ber şêr û ji xwe re jî çend hestî danîn ber xwe. Rovî dibêje; Noşîcan be mîrê min keremke. Şêr li vê rewşa rovî dinhêrê û dibêje; Rovî xêre te çima hemû goşt danî ber min û bi tenê hestiyek daye ber xwe. Rovî bi stûyek xwar û rêzgirtî dibêje; Mîrê min tu mezinî û serokê me hemû ajalanî, ma çawa ez ê bêrêzî li hemberî te bikim. Şêr dibêje; Rovî te vê şîreta xweş û zanayî jî girtiye, xweda xêr bike. Tu ajalek zana û bi dek dolaban dizanî lê ev camêrî ji ku hatiye? ka ji min re bibêje. Rovî dibêje; Mîrê min, min vê şîreta xwe ji çavê gurê beq û poça wî ya req girtiye. Ger ku ez jî wekî wî bikim bi yek kulmekê tuyê hestiyê min jî hûr bikî. Şêr dibêje aferim ku te dersek baş ji vê bûyer û meselê deraniye. Şêr goştê mîhê bi qasî têrbûna rovî dide ber, yê din jî dixwe û dibêje; ji vir û pê de tu parazvan û şêwirmendê minî.