27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mekan bêriya mirov dike!

Em û çiya bûne yek, ji hev nayên veqetandin. Dijberên me pir xwestine me ji çiyê veqetînin lê nebûye! Hê Sumeran ji me re gotine “ejdehayên çiyayan-hûtên çiyê.” Mifta çiyê di destên me de ye û me qet winda nekiriye

Gelo mekan bêriya mirovan dike?

Nizanim. Lê mirov, her bi mekan he ne.

Bêyî mekan mirov nayê fêhmkirin û jixwe bê mekan mirov najî û heyîn berbiçav nabe. Yê xwedî raman jî mirov e, helbet ramanên ku tên fêhmkirin û eşkerekirin, ên em dizanin. Belkî ramanên her hebûnê/î hebin ku hebûn bi oksîjênê; şên-şîn-jînbûnê bê nasîn. Kevir jî li ser xwe jiyanê avadike, bi bîrovbûnê dibe mekanê gihayekî. Di demboriya zemên de parçe dibe, dibe ax û jêrzemîna hebûnê diafirîne ku mirov jî berhemê vê jiyanê ye. Îca çi hindik çi pir her heyber xwedî ramane, “lewra bi oksijenê ve têkildar e û pê heye” lê yê ku eşkere pê dijî, jiyanê ava dike û vediguherîne mirov e. Ev mirov him muhtacî mekan e, him jî berhema mekan e û piştî raman û zanahiyê mekan jî diafirîne.

Di vê serboriyê de, yê ku bîra mekan dibe, însan yanî mirov e. Bi hebûn û afirîna xwe ji mekan hez dike ku mekan yarjiyana wê/wî ye.

Îca bi milyanan sal e ku li ser rûyê  dinyayê, candar û herwiha mirov jî dijîn. Dinya mekan û cihana wan e. Hejmara candar û mirovê ku jiyan e û mirin e bêhesab e.

Vê rewşê bivê nevê têkiliyek diyalektîkî di navbera wan de afirandiye. Mirov xwedî hişmendî ye, pê de pê de warê ku lê jiyaye ji xwe re kiriye welat, ji welat dûrjiyan derd û hesret e. Baş e, ev axa ku bûye war, bûye welat çend û çend nifş hewandiye? Ev nifş bûne ax û li gorî baweriyan têne şirovekirin, lê axa ku lê hatine veşartin bêhtir bi wan xweş û pîroz hatiye, çi deşt, çi zozan, çi çiya, çi berî, çi çol, çi beyaban, çi bej, çi avî, ev hê jî li gel kêmanî û qelsiyan didome. Car carinan war dibin ciyê ziktêriyê û hew.

Em kurd jî çiyayî ne.

Çiya bûye war û ciyê her hebûna me, talde û stara me.

Em û çiya bûne yek, ji hev nayên veqetandin. Dijberên me pir xwestine me ji çiyê veqetînin lê nebûye! Hê Sumeran ji me re gotine “ejdehayên çiyayan-hûtên çiyê.” Îro jî wisa, em “reşikên şevê-milyaket û nihêniyên çiyê” ne. Mifta çiyê di destên me de ye û me qet winda nekiriye, em ê windanekin jî. Tew ev dused sal in, dostaniya me xurt-tir bûye, ji salên 70’yî û vir ve em bûn e “heval-rêheval”ên hev. Her kevir û dar, newal û çem, kulîlik û çivîk, gul û bilbil dost û yarên em ne, hirç, mar û kûvî jî…

Em pir bêriya mekanên nûavayî, çiyayê azad dikin; her dar û ber “yar”ên me ne. Ku em ji Zagros, Şengal, Botan, Cûdî, Gebbar, Serhed, Bagok bidin rê û ber bi Çiyayê Kurmenc, Toros ve herin, hezar mekan dê mazûbaniyê ji me re bikin.

Gelo niha Bekaa, Gebbar, Tendûrek, Bêzar çi difikirin?

Yan jî wargehên ku “reşikên şevê” ew kiribûn bihuşt?

Ez dibêjim war-wargeh û mekan jî bêriya mirovan dikin? Bê heq hozanê dilêş negotiye “Li heps û li zindanan / Li ber xwe dan van canan / Gava êgît şehîd ket / Kevir û dar hat zimanan…”

Yanî ez dibêjim kevir, dar, ber, kulîlik, gir, newal, çiya jî bêriya mirov dikin. Em ji zimanên wan fêhm nakin, wek zanyarî dibêjê, dibe ku direjpêl (dalgaboyu) a me û wan ne yek be? Van rojan bêrîkirin zêde ye, lingên gelekî qirêj li ser çend waran bigebolî dimeşin.  Rojekê ku em û wan bi pêşveçûna zanyariyê bi eşkere bi hev re bipeyîvin, ew ê gazicên xwe, em jî dê dilkeseriya xwe parve bikin. Lê îro jî bi rêya hestan, bi danûstenadina manewî em ji hev fêhm dikin, derd û kêfxweşiyê xwe parve dikin. Ma ne reqs û govenda ku çiya li dardixin, nexasim çiyayê Zagrosan, dema ku çav li keç-lawên vî welatî, vê axê dikevin, zeriyan, periyan û mêrxasan-jinxasan li ser sînga xwe bi cih dkin, dema ku tevger û lewbaziyên “reşikên şevê” dibînin, dikevin govenda jiyanê. Niha çend delav, fitlek û kozik bi hesreta van dikizirin. Jixwe her rih-herikînên rojane yên cîranên wan, wan dilhênik dikin. Ma ne em ji zarê hev fêhm dikin û peyamên bav û kalan; ji Gûttî-Hûrrî û heta niha digihînin me û pêxêlen xwe ji me re vedikin, ligel ku çend Îskender-Cengîz û Temir qewirandibin.

Şiîr, helbest, rist

Dibarin

Li vê xaka pîroz

Bihara îsal

Wêjeyê dibarîne

Û mirinê jî

Can, giyan,  birçî

Di jiyana mirinê de

Birçîbûn û rojiya

Jiyanafirînê

Û bêdengî

Bêdengiya afirînê ji dayê

Azadî

Azadiya pîroz î sorgevezî

Bêdengî…

Aaxx bêdengî…

Û kedera esmer

Belê, mekan bêriya me dikin. Divê ji her demê bêhtir em xwe organize bikin, bi rêxistin bikin, li berxwe bidin, têbikoşin ku ev hesret biqede.

Mifte em in.

Xebat û azadî jî…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê