6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêyî ku haya dozger jê hebe rojnameger Kanbal binçav kirine

Rojnameger Ahmet Kanbal, diyar kir ku bi armanca krîmînalîzekirinê hatiye binçavkirin û ev tişt got: “Ev operasyon ji bo xapandina raya giştî bû. Lewre gava ez çûm midûriyeta polîsan, ez hîn bûm ku haya dozger jî ji vê dosye û operasyonê tuneye.”

Di 6’ê cotmehê de polîsan bi ser mala nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal a li Mêrdînê de girt û ew binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Kanbal, piştî ku di heman rojê de li miduriyeta polîsan, ji ber nûçe û parvekirinên xwe yên li ser medya dijîtal, îfade da hat berdan. Bi vê binçavkirina xwe re Kanbal weke rojnameger bû 12 caran tê binçavkirin û der barê wî de 25 lêpirsîn hatine destpêkirin.

Kanbal, der barê binçavkirina xwe de axivî û ev agahî dan: “Polîsên tevgera taybet saet li dor 05.40’ê sibehê avêtin ser mala min. Berê jî avêtibûn ser mala min, lê avêtina vê carê pir cuda bû. Komeke qelebalix, bi çekên giran avêtin ser mala min. Wekî operasyoneke pir girîng û mezin tê kirin dabûn der. Her wiha gelek wesayîtên zirxî hebûn. Bi vî awayî avêtina ser mala min fikar hem li min hem jî li cîranên min peyde kirin.”

Haya dozger ji dosyayê tunebûye

Der barê binçavkirina xwe de Kanbal, bi lêv kir ku bi avêtina ser mala wî dixwazin ew li taxa wî krîmînalîze bikin û wiha got: “Dema biçavkirinê ji bo sedema binçavkirinê tu tişt ji min re negotin. Gava em çûn midûriyeta polîsan, hîn bûm ku ez bi awayekî kêfî hatime binçavkirin. Ez rojekê di binçavan de mam. Me dît ku bê dosya çi qasî pûç e û ev operasyon bi awayekî kêfî hatiye kirin. Lewre gava ez çûm midûriyeta polîsan, ez hîn bûm ku haya dozger jî ji vê dosye û operasyonê tuneye.”

Kanbal, destnîşan kir ku polîsan hewl daye ji bo wî sûcekî çêbikin û ji bo vê ketine hesabê wî yê medyaya sanal û çend parvekirinên wî yên berê weke hinceta sûc dane ber wî û ev tişt got: “Parvekirinên navborî di lêpirsînên berê de jî hatine bikaranîn û der barê wan de biryara neşopandinê hatiye dayîn. Ev operasyon pûç bû, lewre li ber destê wan tu tiştekî bibe sûc û dosyeyek tunebû. Piştî teqîna Enqerê bi fermaneke giştî ya wezaretê em hatin binçavkirin. Tevî min 12 kes hatin binçavkirin. Ev operasyon, operasyona xapandina raya giştî bû. Axirê em hemû kes bi şev hatin berdan.”

Tenê telefona Kanbal nedanê

Di berdewamê de Kanbal, anî ziman ku bi van avêtinên ser malan re hem tê krîmînalîzekirin hem jî kar û barên wî yên pîşeyî tên astengkirin û wiha pêde çû: “Di nava 6 mehan de du caran avêtin ser mala min û di dema avaêtina ser malê de 3 telefon, kamerayek, wênegirek, du qompîtur û du hardîskên min hatin desteserkirin. Hê jî ekîpmanên min ên di 25’ê Nîsanê de hatin desteserkirin nedane min û car din dest danîn ser ekîpmanên min. Gava hûn li maliyeta wan a niha mêze dikin, gelekî zêde ye. Ev di heman demê de bi xwe re tundiyeke aboriyê jî derdixe holê. Ev yek jî nîşan dide ku dixwazin kar û barê min asteng bikin. Lewre telefonên hemû kesên bi min re hatin binçavkirin dan wan, lê ya min nedan min. Ev jî nîşan dide ku ev ji ber nûçeyên min ên li Mêrdînê û herêmê ne. Ji ber van nûçeyan nerihet dikin.”

‘Rojnamegerî peywireke gel e’

Kanbal, got ku wê bi binçavkirin û lêpirsînan dest ji karê xwe bernede û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê nikaribin bi van operasyonan rojnamegeriya me bidin sekinandin û astengkirin. Em rojnameger in. Hewce be em ê bêyî ekîpman jî fikrên xwe ragihînin gel. Em kedkarên Çapemeniya Azad berê em berê çawa têkoşiyane em ê ji niha û pê ve jî têbikoşin. Rojnamegerî ne sûc e, rojnamegerî peywireke gel e û em ji bo deynê xwe bidin gel em ê rojnamegeriya xwe bidomînin.”