26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Neyartiyê li çandê dikin

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)  di salên ku peyva ‘kurd- kurdî’ ji binî ve hatibû qedexekirin bi tevlêbûna Apê Mûsa, Îsmaîl Beşîkçî û Feqî Huseyînê Sagnic, li Stenbolê hat damezrandin. Di 27’ê îlona 1991’î de,  êdî çanda kurdan û gelên li Rojhilata Navîn di bin sîwana Çanda Mezopotamyayê de dihate parastin. Ji zimanê kurdî heta zimanê din ên di bin çerxa polîtîkayên înkarkirinê de li ber tunebûnê bûn, yek bi yek zindî û geş dibûn û li nav  nifşên nû belav dibûn..

NÇM bi armanca pêşîlêgirtina asîmîlasyona li ser çanda kurdan û Rojhilalata Navîn bi salan e li ber xwe dide. Hem ji bo zimanê kurdî hem jî ji bo zimanên etnîk ên li Rojhilata Navîn gelek xebatên ku îro di nav çanda kurdan de wekî xebatên dîrokî tên pênasekirin dan meşandin û hê jî bi vê xeta çandê xebatên xwe dike.

Gelek hunermend gihandin

Bi sedan hunermend, stranbêj, şanoger, sînemager li NÇM’ê hatin perwerdekirin. NÇM’ê bi sedan şoreşgerên çanda Mezopotamyayê têgihandin. Em dikarin bêjin ku îro hişmendiya xeta hunereke azad  li bakurê Kurdistanê û li tevahiya  Tirkiyeyê jî ava kir. Ji Mêrdînê heta Stenbolê, heta Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Bursayê jî NÇM’ê bi salan xebatên li ser çand û hunerê kirin.

NÇM ya ev 30 sal in xebatên xwe berdewam dike ji aliyê hişmendiya talanker ve rastî zext û êrîşan tê. Tê zanîn ku hişmendiya serdest her tim çand û hunera gel û komên derveyî xwe tune hesibandine û ji bo ku tune bike jî serî li her cure rê û rêbazên qirêj daye.

Avahiya NÇM’ê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ku 18 sal in xebatên çand û hunerê lê dihatin domandin, bi zorê hat valakirin. Tevî ku peymana wê hebû jî di sala 2019’an de bêyî ku navend bê agahdarkirin, ji aliyê Gerînendeya Weqfan ve ji bo avahiya NÇM’ê 3 caran îhale hatibû vekirin. NÇM bi rêyên cuda bi van îhaleyan hesiya û her sê caran jî ket îhaleyan û 2 caran jî qezenc kir lê îhaleyên navendê hatin betalkirin. Niha jî Gerînendeya Weqfan ji bo ku avahiya navendê bide Şaredariya Beyoglûyê ya AKP’î bi zorê navend da valakirin.