28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nijadperestî bela ye!

Nîzamettîn Ozturk

Di 3’yê tîrmehê de gelê me, rêheval û hevalbendên gelê kurd, ji her deverê derketin rê û ber bi eywana werzîşê ya Enqereyê ve çûn. 5’emîn kongreya HDP’ê gelek girîng bû. Lewre pêvajoya ku em di nav de li ber çavan e.Tevî hemû zehmetî û êrîşan kongreya HDP’ê serkeftî bû. Li hêla din jî gelek çavên bel û sor jî kongre dişopandin. Zik reşî û hesûdî jî bi aşkera xuya dike. Lê gelê kurd her tiştî ferq dike û pevajoyê bi baldarî dişopîne. Hemû rewşên heyî bi siyaseta demokratîk dinirxîne. Ji ber wê jî hê bêtir xwedî li partiya xwe derdikeve û tenê nahêle. Em bi helwesta gelê xwe şanaz in.
Bêguman, gelên li çar aliyê cîhanê dijîn, gelek ji wan di nav şert û mercên zehmet de ne. Lê tu welat biqasî kurdan zehmetiyan nakêşin. Her rojên kurdan bi zehmetî û biêş derbas bûne. Di 29’ê hezîranê de hem bîranîna Şêx Saîd hem jî ya Orhan Dogan pêk hat. Em jî wan nirxên gelê kurd bi hurmet û bi minet bibîrtînin. Gelê me di vî warî de xwedî li nirxên xwe derdikeve û bi hestiyarî jî nêz dibe. Taybetmendiyek gelê kurd heye: Ji bo cîranên xwe pir dest vekirî ne. Pir bi qîmet nêzîkî cîrantiyê dibin. Di vî welatî de nasnameya kî her çi dibe bila bibe nakokiyan nade çêkirin. Cîrantiya kurdan jî bi vî rengî ye.
Di nava civakê de hêzên desthilatdar ku provokasyonan nekin, di nava gel de tu carî du bendî çênabe. Li Kurdistanê ji şerê cîhanê yê 2’yemîn û vir ve bênavber şer û pevçûn didomin. Lewre di van salên dawî de, di nav hemû parzemîn û welatan de netewperestî bi pêş ketiye û gihîştiye asta nijadperestiyê. Ev rewşeke pir ne xweş e. Tê zanîn ku piştî şoreşa Fransayê gelek dewlet ji ber şer û pevçûnan lawaz ketin û belav bûn. Piştî wê pêvajoyê ji bo her netewan dewletek hat avakirin. Li dijî vê rewşê şer û pevçûn zêdetir bûn. Gelên bindest ev yek qebûl nekirin û dest bi berxwedanê kirin. Li gelek deveran qirkirin jî pêk hatin. Heta niha jî bandora vê pergalê li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn berdewam dike.
Erê, di navbera gelan de pirsgirêk nîne. Lê li vî welatî gelek kes her çiqasî kurd bin jî dijberiya kurdan dikin.Bi tena serê xwe partiyan ava dikin.Heta niha gelek partî avakirine. Bêguman di nava wan de partiyên ku demokrasî, aştî û şoreşgerî ji xwe re kirin armanc jî hene. Lê ev yek têrê nake. Divê hemû partiyên kurdistanî di navbera xwe de yekitiyê ava bikin.
Di nava van partiyan de gelek ji wan hene ku xwe wekî netewperwer didin nasîn lê rastiya wan ne wisa ye. Li vî welatî tenê yek partî heye, ew jî Partiya Demokratîk a Gelan e. Lê ev partiyên din HDP’ê ji xwe re wekî asteng dibînin. Bi heqaret û gefxwarinê bi ser HDP’ê de diçin. Naxwazin HDP bi pêş bikeve. Heke yek ji wan re bibêje “hey…hûn çi dikin, bi hev re mijûl nebin, HDP li her derê welat bûye partiya yekemîn!” dê bibînin ku yekitî çiqasî girîng e.