28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê 36 roj in didome: Tu kes vê zilmê qebûl nake êdî bes e!

Malbat û xizmên girtiyan ji bo ku girtiyên nexweş bên berdan û girtiyên ku berdana wan hatiye betalkirin werin berdan 36 roj in di Nobeta Edaletê de ne.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş li avahiya Baroya Amedê 36 roj in didome. Rêxistina HDP’a Hênê û endamên Meclîsa Şaredariyê hatin serdana nobedê.

Fatma Topkaya ya ku kurê wê Ahmet Topkaya di Girtîgeha Kurkçulerê ya Edeneyê de ye got “Kurê min 6 sal in di girtîgehê de ye. 22 sal ceza lê birîne. Ma çi sûc kiriye ku ev qas sûc lê birîne? Ji ber ku di hucreya yekkesî de ye hestiyên wî heliyane. Her carê wî sirgun dikin. Tu kes vê zilmê qebûl nake. Êdî bes e!”

Rêveberê HDP’a Hênê Îbrahîm Kaya jî xwest li hemberî zextên faşîzmê berxwedan û hevgirtin were xurtkirin.

Încî Guler a ku birayê wê Abdulselam Guler girtî ye diyar kir di hefteyeke dawîn de 7 cenaze ji girtîgehê derketiye got “Dibêjin ji nav wan 2 kesan xwe kuştine. Wê çawa xwe bikujin? Dewlet berpirsê vî tiştî ye. Roj bi roj tirs û fikara me zêde dibe.Em sibehê ditirsin ku rabin û wê ji bo xizmên me yên girtî re bibêjin ‘xwe kuştiye’. Ev nayê qebûlkirin.”

Fevziye Kolakan a kurê wê Ahmet Kolakan girtî ye jî bang li dayikan kir û got “Divê ji bo girtiyan hemû dayik bibin yek. Em vê zilmê qebûl nakin. Nayê qebûlkirin ku nexweşên me neyên tedawîkirin. Bila ji girtîgehan tabût derneyên. Di dilê min de pîl heye û rewşa min giran dibe. Gelo ez ê karibim zarokê xwe bibînim, baş nizanim. Ez dixwazim zarokê min li ba min be.”

Reşahat Ada ya ku ew jî xizma girtiyan e got “Ji bo yên ku cezayê wan qediyane werin berdan û yên nexweş werin tedawîkirin em li vir rûniştine lê daxwaza me nayê bicihanîn.”

Keça girtî Abdulhalîm Kirtay Herdem Merwanî jî wiha got: “Divê her roj 20 kes werin vir. Ji bo sekinandina mirinê divê hejmara me zêde bibe.”