2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda edaletê di roja 204’an de ye

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan hatine şewitandin di roja 204’an a Nobeta edaletê de li pêş Girtîgeha Tîpa D a Amedê civiyan. Nûnerên TUAY-DER, MEBYA-DER, MED-DER û DBP’ê yên Amedê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de ewilî xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Guler, anî ziman ku tevî evqas bangawaziyan Wezîrê Edaletê dengê wan ê edalete nebihîst û ev tişt gotin: “Berçavka zilmê li ber çavê Wezîrê Edaletê ye, tevî çalakiyan jî zilm li girtîgehan didomin. Cezayê xizmên me qediyayê jî wan bernadin. Bila Wezire Edaletê baş bizane ku îro zilma ku îro li me tê kirin dê li wan jî were kirin. Em vê zilme qebûl nakin.”

Piştî Guler, dayika girtîyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan axivî. Boltan jî bi lêv kir ku ji bo zarokên wan daxwaza maf û hiqûqê kirine, di girtîgehe de ne û wiha got: “Bila infaza zarokên me neşewitînin. Bila zarokên me yên nexweş ku di girtîgehê de ne demildest berdin. 7 meh in ku em di çalakiya edaletê de bang dikin lê hê jî dengê me nebihistine û pirsgirek çareser nekirine. Em ji vir carek din bang dikin û dibejin ku heta ew pirsgirek çareser nebe em dê çalakiya xwe bidomînin. Em li vir banga sazî, rêxistin û partiyên siyasî dikin, bila ew jî bên cem me, em denge xwe bi hev re bilind bikin.”

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, “Heq hiqûq edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.