18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Edaletê li Mêrdînê didome

Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê ya li Mêrdînê berdewam dikin.

Pêngava bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin didome. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriyê bidin pêngavê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî bi heman armancê li Amed, Wan, Mêrdîn, Êlih, Stenbol, Mêrsîn, Edene û Îzmîrê jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” dest bi Nobeda Edaletê kirin.

Nobeda Edaletê ya Mêrdînê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd ku li Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê dewam dike bi serdanan didome. Jinên ku starta xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê dan îro serdana nobedê kirin û banga mezinkirina piştevaniyê li jinên Mêrdînê kirin.  Ziyaretvan û nobedar bi hev re stran gotin û dirûşm berzkirin.