5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê gelê Îdirê kolanan vala nahêlin

Lijneya Hilbijartinê ya Bajar namzetiya Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê Mehmet Nûrî Guneş red kir. Guneş anî ziman ku ev rewş operasyoneke li dijî feraseta şaredarvaniya gelparêz e. Parlamenter Yilmaz Hûn jî anî ziman ku dê kolanan vala nehêlin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana namzetên DEM Partîyê ya Îdirê red kir. DEM Partiyê têkildarî redkirina serlêdanên namzetên wan ên hevşaredariyê li pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Sogutluyê daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hûn, namzetê hevşaredariyê yê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û namzeta hevşaredariyê ya Xoşxeberê Emîne Yondem Kartal ku namzetiyên wan hatin redkirin, namzeta hevşaredariyê ya Îdirê Necla Kum û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin.

Ewil Parlamenter Hûn axivî û bi bîr xist ku hevşaredarên wan ên berê hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin. Hûn anî ziman ku vîna gelê Îdirê tune tê hesibandin û wiha got: “Leşker û polîs tên veguhestin û navnîşanên xelkê bajar li gundan qeyd dikin. AKP’ê dît ku ev jî têr nake lewma bi kompasekê hewl dide namzetên me asteng bike ku nekarin bikevin hilbijartinê. Ev yek, êrişeke li dijî vîna gelê kurd e. Li Îdirê sê komên çete hene. Ji bo ku ranta van çeteyan kêm nebe, ji bo nehêlin texrîbatên li bajar derkevin holê biryareke wiha dan. Ev çeteya nîjadperest ku Îdir bihost bi bihost firot, hewl dide çoyê darazê bi kar bîne. Em ê vê qebûl nekin.”

 ‘Em kolanan vala nahêlin’

Hûn da zanîn ku kurd, tirk, azerî û terekeme dê li dijî vê zilmê bi hev re têbikoşin û wiha pê de çû: “Gel vê zilmê qebûl nake û li vir e. Nûrî Guneş li vir e. Em ê kolan bi kolan biparêzin. Em ê Îdirê teslîmî rantxwiran nekin. Xelkê Îdirê dê xwedî li îradeya xwe derkeve.”

Guneş jî piştre axivî û wiha berdewam kir: “Banga me ji bo her kesên li Îdirê dijîn e; kompasa îro li hemberî me hatiye kirin, operasyoneke li dijî şaredarvaniya gelparêz û adilane ye. Ev partî xwedî kevneşopiyeke wisa ye ku dawî li cihêkariyê anî. Lewma ditirsin. Nûrî Guneş jî berhema vê ferasetê ye. Berhema paradîgmayeke hemdem e. Bila ji me bitirsin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê rê nedin nelirêtî û talanê. Em dixwazin tirk, kurd, azerî û hwd. ji sepanên berê dersan bigirin û ji me bibawer bin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.