spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê li Amed, Riha û Sêmalka didome

Nobeda Edaletê ya malbatên ku mafê wan hatiye binpêkirin û li mafê xwe yê edaletê digerin li Amed, Riha û Sêmalka berdewam dike.

Amed 

Li Amedê, “Nobeta Edaletê” ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin, ku di 16’ê mijdarê de li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 12’an de berdewam dike. Di nobetê de xizmên girtiyan daxwaz dikin ku girtî bên berdan û binpêkirinên mafan ên li dijî girtiyan bi dawî bibin. Hevserokê giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan û heyeta pê re û hevseroka HDP’ê ya Amedê Gulistan Atasoy Tekdemîr serdana malbatan kirin. Turkdogan û Atasoy axivîn û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan.

Turkdogan, diyar kir ku piştgiriyê didin malbatên li edaletê digerin dikin û wiha got: “Daxwaza edaletê ya malbatan daxwaza herkesî ye. “

Piştî Turkdogan ji malbatên gitiyan Fevziye Kolakan jî axivî û got: “Em ji bo edaletê nobet digirin. Divê zarokên me demildest bên berdan. Em kurd in, ji bo maf û zimanê xwe em li vir in. Ji ber ku zarokên me kurd in li girtîgehan e.”

Nobeda malbata Şenyaşar 264 roj in didome

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adarê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 264’emîn de didome. Ji ber dawiya hefteyê ye malbat çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heke her sibeyeke şevê hebe, bêguman wê berdeleke her neheqî û bêhiqûqiyê jî hebe.”

Li Sêmalka nobed 54 roj in didome

Çalakiya li deriyê Sêmalkayê ket roja 54’an. Şêniyên kantona Hesekê û endamên Hêzên Ewlekriya Hundirîn serdalan çalakiyê kirin. Îro di serdana malbatan de girsê 27’ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir. Piştî deqeya rêzgirtin, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Deriyê Sêmalkayê Mizgîn Murad axivî, salvegera avabûna PKK’ê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir.

Piştî axaftinan li ser stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.