18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê ya Amedê di roja 358’an de berdewam kir

Xwişka girtiyê nexweş Încî Guler, diyar kir ku partiyên siyasî sozên xwe yên ji bo piştgiriyê bi cih naynin.

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, bi daxwaza ku girtî bên berdan li Amedê di roja 358’emîn de berdewam kir. Çalakî li ber avahiya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê pêk hat.  Rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û endamên KESK’a Amedê jî ji bo piştgiriya malbatan di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler axivî. Guler anî ziman ku ji bo piştgiriyê partiyên siyasî soz dabûn wan lê soza xwe bi cih neanîne û wiha got: “Tevî ku rewşa girtiyên nexweş girane jî gelek jî ji wan girtiyan jiyana xwe ji dest didin jî nayên berdan. Ev saleke em jî dibêjin girtiyên ku nexweşiya wan giran e bila bên berdan. Lê ji bo berdana girtiyan tu gavek erênî nehatiye avêtin. Banga me ji hemû partiyên siyasî re ew e ku piştgiriyê bidin me û xwedî li girtiyên nexweş derkevin. Divê ne tenê em çar malbat li vir bûna. Qanûnên dewletê hene, daxwaza me jî ew ê ku bila qanûnên xwe pêk bînin. Banga me ji Wezîrê Dade re jî heye qanûnên we çi ne bila qanûnên we pêk bên.”

Malbatan bi berzkirina dirûşmeyên, “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.