6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îngilistan: Tirkiye li Başûr ‘fosfora spî’ bi kar tîne

Parlementerên Îngilîstanê Kîm Johnson û Llyod Rûssel-Moyle êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk birin rojeva Parlamentonya Îngilistanê.

Parlementerên Îngilîstanê Kîm Johnson û Llyod Rûssel-Moyle, bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk a li dijî gerîllayên HPG’ê birin rojeva Parlamentoya Îngilistanê. Di rûniştina parlementoyê de Johnson û Rûssel-Moyle ji musteşarê Parlementoya Îngilistanê Leo Docherty yê ji mijarên Karên Derve, Welatên Commonwealth û Pêşketinê berpirsyar e pirsîn ku di vê meseleyê de ku bê ka Tirkiyeyeyê çekên kîmyewî bi kar aniye yan na wê ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bixwaze lêpirsînekê bike yan na.

Docherty bersiva pirsê da û diyar kir haya hikumeta Îngilistanê heye ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ‘fosfora spî’ bi kar tîne û ev tişt got “Lê delîlên yekser di destê me de tuneye ku van îddîayan piştrast bike. Em li ser van îddîayan jî disekinin û em li ser fikra we ne ku girêdayî peymana çekên kîmyewî bin.”