19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokwezîrê Iraqê: Divê Tirkiye destdirêjiya ser xaka Iraqê rawestîne

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî diyar kir ku pêwîste Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û êrişên xwe yên bejahî û esmanî yên ser Iraqê bide rawestandin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di daxuyaniyek çapemeniyê de diyar kir ku pêwîste Tirkiye rêz li serweriya xaka Iraqê bigre û êrişên xwe yên bejahî û esmanî yên ser Iraqê bide rawestandin.

Êrîşên dewleta tirk yên li ser xaka Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê bê navber dewam dikin. Serokwezîrê nû yê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî duh di daxuyaniyek çapemeniyê de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li dijî serweriya axa Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Sudanî diyar kir ku divê welatên cîran rêz li serweriya xaka Iraqê bigrin û wiha got: “Divê Tirkiye destdirêjiya ser xak û sînorên Iraqê bide rawestandin. Her wiha divê helwestek zelal ya Tirkiyeyê li ser çareserkirina dosyaya avê ya di navbera herdu welatan de hebe.”