19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar 600 rojî derbas kir

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 601’emîn de berdewam kir.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kirin û di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar ku di hucreye yekkesî de tê ragirtin, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 601’an de berdewam kir.

Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Malbata Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesabên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û ya wezareta dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Piştî 4 salan îdiname tê amadekirin. Di rapora lêkolînê ya cihê bûyerê de ev tişt dinivîsand; ‘DI ODEYA MUŞAHADEYÊ YA NEXWEŞXANEYÊ DE 27 QALIKÊN FÎŞEKÊN ÇEKÊN BILÛLEYA DIRÊJ’ hatine tespîtkirin. Ger ev komkujî li bajareke din pêk bihata, gelo dê helwesta darazê çawa bûya?”