6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkomarê Lubnanê cihê xwe vala dihêle

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn îro ji Koşka Serokatiyê ya Lubnanê terk dike û welêt bi valahiya serokkomariyê re rû bi rû dihêle.

Serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn rojek berî ku peywira bi dawî bibe wê îro Koşka Serokkomariyê ya Lubnanê terk bike û welêt di bin siya hikumeta meşandina kar (demkî) de bihêle. Wê ev yek bibe sedem ku careke din Lubnanê bi tevlîheviya destûrî, siyasî û ewlehiyê re rû bi rû bimîne. Parlamantoya Lubnanê heta niha li ser hilbijartina serokkomarekî nû yê piştî Mîşêl Ewn li hev nekiriye.

Ji ber van sedeman wê îro Lubnan derbasî pêvajoya valahiya serokkomariyê dibe. Li gorî çavdêran, êdî ne gengaz e ku tu geşedan di ware siyasî de li Lubnanê çêbibin. Ne lihevkirina li ser hilbijartina serokkomarekî nû bi rêya Meclisa Nûneran a parçebûyî heye, ne jî şensên avabûna hikumeteke nû di kêliyên dawîn ên wîlayeta serokatiyê de hene, li gel nakokiyên di navbera blokên siyasî yên Lubnanê de.

Beriya ku ji Koşka Serokkomariyê derkeve bi rojekê, Mîşêl Ewn hişyarî da ku ji ber hilnebijartina serokkomarekî nû û li gel hikumeta meşandina kar dibe ku welat bikeve “tevlîheviya destûrê”.