spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildanên Rojhilat di roja 44’an de berdewam kirin

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên ku bi pêşengiya jinan hatin destpêkirin, di roja 44’an de berdewam kirin. Li gelek navendan gel daket qadan û li dijî rejîma Îranê çalakî li dar xistin.

Serhildanên ku ji ber kuştina jina ciwan a kurd Jîna Emînî li rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, tevî gefa Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê ya ji bo dawîkirinê jî di roja 44’an de berdewam kirin. Li bajarên Sine, Mehabat, Bokan, Miyandoaw, Pîranşar, Merîwan, Seqiz, Kirmaşan û gelek navendên din ên rojhilatê Kurdistanê ciwan û jinan ji xwepêşandanan re pêşengî kir.

Li Kirmaşanê meresîma çilrojiya Mîno Mecîdî ya ku di xwepêşandanan de hatibû kuştin li ser gora wê û mala wê hate kirin. Li ser gora wê dirûşmeyên, “Şehîd namirin, “Bimre dîktatorî’ û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Bavê yek ji ciwanên ku di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dabû, li goristanê axivî û diyar kir ku kurê wî berî ku tev li xwepêşandanê bibe, jêre gotiye, “Tu şoreşek bêyî rijandina xwînê sernakeve.” Her wiha keça Mîno Mecîdî li mal bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” dayika xwe bîr anî.

Serhildana li bajarên Rojhilat

Li gelek taxên Sine, Merîwan, Seqiz, Mehabat, Pîranşar, Miyandiwa û Bokanê ciwanan bi pêxistina agir û girtina riyan û dirûşmeyan çalakî kirin. Li bajarê Sine xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê xwepêşandana berfireh kirin. Hêzên rejîma Îranê bi gule û gaza îsotê hewl dan xwendekaran belav bikin. Li Zanîngeha Peyam Nurî û Merîwanê jî bi heman awayî xwendekaran bi dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bimre dîkdatorî” çalakî kirin.

Xwepêşandanên li zanîngehên Îranê

Li gelek zanîngehên Îranê jî çalakî û nerazîbûnan berdewam kir. Bi taybet li Kolêja Teknîkî ya Zanîngeha Tehranê, Kolêja Zanistî ya Civakî ya Zanîngeha Elame, Zanîngeha Bijîşkî ya Elbriz, Zanîngeha Azadî ya Meşhed, Zanîngeha Neşîrwanî ya Babol, Zanîngeha Erak, Zanîngeha Ehwaz û gelek zanîngeh û peymangehên din li dijî desthilata Îranê û çewisandina xwendekaran nerazîbûn nîşan dan.

Merasîma veşartina cenaze veguherî xwepêşandanê

Şeva borî jî li çend qadên Tehran, bajarê Astara ya li bakurê Îranê û gelek bajarên din ên Îranê xwepêşandan û nerazîbûn hebûn. Li bajarê Erakê bi sedan kes tev li merasîma veşartina ciwanekî ku di rojên borî di xwepêşandanan de hatibû kuştin bûn. Piştî veşartina cenaze, merasîm veguherî xwepêşandanê û hêzên dewletê hewl dan bi tundiyê girseyê ji hev belav bikin.

Gefa fermandar

Duh Fermandarê Giştî yê Artêşa Îranê Hisên Selamî gef li xwepêşanderan xwaribû û gotibû ku wê dawî li xwepêşandanan bînîn.