8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya greva birçîbûnê dikeve meha 4’emîn

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 18’emîn dewr girtiye, zêdetirî 88 roj in dewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê kanûna 2020’an de li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, 67 roj in didome.  Her wiha greva li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatiye destpêkirin di roja 50’yemîn de ye.

Hevserokê Komeleya Alîkariya Ji Bo Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) a Şaxa Sêrtê Tahîr Cengîz bal kişand ser asta çalakiya greva birçîbûnê û bang li raya giştî kir ku xwedî li çalakiyê û daxwazên girtiyan derkeve. Cengîz anî ziman ku piştî ku çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine gelek malbatan der barê binpêkirinên mafan de serî li wan dane û got: “Binpêkirinên mafan ên vê serdemê ji yên salên 80 û 90’î xedartir in. Êrîşên derûnî û fizîkî yên wê demê niha jî tên kirin. Her wiha ev tişt tên serê malbatan jî. Sirgûn, qedexekirina hevdîtinan, qedexekirina hevdîtina bi rêya telefonê re malbat jî tên cezakirin. Bifikirin malbat li Sêrtê ye, lê zarokên wan li Bandirmaya Balikesîrê ne.”

Cengîz diyar kir ku rêvebiriya girtîgehê gefa şewitandina înfazê li girtiyan dixwe û êdî çalakiya dengderxistinê bixwe jî dibe hinceta şewitandina înfazê. Cengîz bi bîr xist ku girtî ji ber neheqiyên bi vî rengî dest bi greva birçîbûnê kirine. Cengîz, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan, li ser gelê kurd jî tê pêkanîn û wiha got: “Em, ji bo bibin dengê girtiyên di nav çar dîwaran de, divê em bibin yek. Divê em bi rêya saziyan, bi rêya çapemeniyê bibin dengê wan. Ji lew re çavên wan li me ye. Lewma divê em piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bikin.”

Ji hunermendan piştgirî

Hunermend Rotînda û Seyidxan, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang kirin. Hunermend Seyidxan da zanîn ku daxwaza çalakiyê daxwaza aştî û biratiyê ye û got: “Tecrîdkirina birêz Ocalan, heqaret e li gelê kurd. Heqaret e, li edaletê. Mirov li dijî van heqaretan daketine kuçeyan û çalakiyan li dar dixin. Tecrîdkirina Ocalan nayê qebûlkirin. Lewma şikandina tecrîdê şert e, peywirek e.”

Hunermend Rotînda jî çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin. Rotînda destnîşan kir ku çalakiya greva birçîbûnê çalakiyeke girîng e û got: “Tecrîdkirina birêz Ocalan nayê qebûlkirin. Lewma ji destê kê çi tê divê bike.” Rotînda bang li her kesî kir ku xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.