26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komkujiya Parîsê îtiraf kir û xwest qetlîamên nû bên kirin

Serokê Daîreya Îstixbaratê yê Serfermandariya Giştî yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn, di bernameyeke televizyonê de, rola MÎT’ê ya di qetilkirina her sê jinên kurd ên siyasetmedar de ku li Parîsê hatibûn qetilkirin îtiraf kir.

Omer Guney ê di qetikirina Sakîne Cansiz (54), Leyla Şaylemez (24) û Fîdan Dogan (28) gumanbar bû wê li Dadgeha Cezayê Giran a Parîsê bihata darizandin. Lê ji ber Guney hêj doz dest pê nekiribû di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû, dosye hatibû girtin. Fransayê sala borî biryara ji nû ve bê lêkolînkirin dabû ku tiliya MÎT’ê di qetlîamê de heye an na.

Pekîn di bernameyekê de ku mijara operasyona Garê ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) kir dihat axaftin, pirsên Ahmet Hakan bersivandin. Pekîn bersiva pirsa “Tîma mejî ya PKK’ê ji çar kesan pêk tê” a Hakan da û rola MÎT’ê ya di komkujiyê de wiha îtiraf kir: “Zêdetir e. Rêveberiya konseyê heye. Ser serê wê jî bawer im niha Mûrat Karayilan heye. Di binê wî de jî tîm hene. Mesele ew zêde ji Qendîlê dernakevin. Li Ewropayê jî endamên wan hene. Divê em tiştekî ji endamên wan ên Ewropayê bikin. Beriya niha li Parîsê hat kirin lê…” Piştî van gotinên Pekîn, Ahmet Hakan mafê axaftinê girt, mijar guhert û weşana xwe domand.

KCDK-E û TJK-E’yê bang li hikûmeta Fransayê kirin ku bi berpirsiyariya xwe rabe. AMED