7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nûbiharê 4 pirtûkên Şikoyê Hesen çap kir

Çar pirtûkên Şikoyê Hesen ‘Qalçîçek’, ‘Tembûrê Kurda’, ‘Meremê Dilê Kurd’, ‘Perweza Weten’, bi çapên nû ji weşanxaneya Nûbiharê derketin.

Yekem pirtûka Şikoyê Hesen bi navê ‘Qalçîçek’ di sala 1961’ê de derdikeve. Dûre 1965’an de “Tembûrê Kurda” çap dibe. Piştî 6 salan vê carê “Meremê Dilê Kurd” dertê. Şikoyê Hesen nivîsandina xwe didomîne lê sala 1970’yî de dimire. Û ev nivîsên wî, piştî mirina wî bi salek, piştî pirtûka dawî jî bi 6 salan, yanê di sala 1977’an de derketê: “Perweza Weten”. Ev her çar pirtûk ku orîjînal bi alfabeya Kirîlî hatine nivîsandin bi Latînîzekirina Omer Faruk Feyat ji Weşanên Nûbiharê derketin.

Şikoyê Hesen Kî ye?

Malbata Şikoyê Hesen di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji gundê Şatiroxliya girêdayê Digora Qersê bar dikin û diçin gundê Camûşvana Biçûk ya li berpala Çiyayê Elegezê ku niha di nav sînorê Ermenistanê de ye. Şikoyê Hesen roja 5’ê pûşpera 1925’an li vî gundî tê dinê. Di Radyoya Êrîvanê de, di para Kurdî de wekî werger û xebatkarê edebiyetê kar dibe.Di 48 saliya xwe, roja 22’yê Çileya 1976’an de dawî li jiyana xwe tîne.