17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Ziman keseyate mirovan temam dike

21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye. Bi minasebeta rojê Rêvebera Komeleya Lekolînên Mezopotamya ya Ziman û Çandê (MED-DER) Belkîsa Bîtkîn, der barê perwerdehiya kurdî û dersên hilbijartî de ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî. Belkîsa Bîtkîn anî ziman ku pêwiste zimanê dayikê her tim bê parastin û 21’ê Sibatê jî ji bo parastina ziman gelek girînge. Bîtîkn, diyar kir ku di sala 1952’an de Pakîstan zimanê xwe Urdu li ser Bangledaşê ferz kir û wekî zimanê fermî îlan kir û wiha got: “Ciwanan li dijî vêyekê bertek nişan da û Rexistina Zimanê Bangledaşê ava kirin. Gelek ciwan zext dîtin û hatin kuştin. Wekî her dîrokên diyar vê dîrokê jî bi êşan dest pê kir. Welatiyan xwest ev roj neyê ji bîr kirin û kesên jiyana xwe ji dest dane bêne bibîranîn. Welatiyan xwest 21’ê Sibatê bibe Roja Zimanê Dayîke. Piştre UNESCO ev roj wekî Roja Zimanê Zikmakî qebûl kir. Li hemû cihanê ev roj wekî Roja Zimanê Dayikê tê pîroz kirin.”

Windabûna ziman windabûna welat e

Rêvebera MED-DER’ê Bîtkîn bal kişand ser zimanên ku bi tunebunê re ru bi ru mane û wiha berdewam kir: “Di cihanê de gelek ziman bi tunebunê re ru bi ru dimînin. Li gorî hinek çavkaniyan rojê 440 ziman winda dibin. Windabûna zimanekî ne tenê ziman e. Windabûna ziman windabûna welatekî ye. Di nava ziman de çand, dîrok û wêje heye. Ziman hebûna gelekî ye. Windabûna ziman ne tiştekî ji rêzê û hêsan e. Gava ku ziman çand dîrok tune bibe hebûna mirov bê wate ye. Dema em li dîroka kurd û Kurdistanê dinerin, em dibînin ku bişaftin li ser ziman pêş ketiye. Qirkirina ziman qirkirina kurdan e. Divê em li dijî vê yekê seknek xurt nîşan bidin. Wekî zaravayê kurmancî zaravayê zazakî jî ber bi tunebuyîne ve diçe.”

Divê kurdî bibe zimanê fermî

Bîtkîn anî ziman ku ji bo kurdî tune nebe, divê bibe zimanê perwerdê û fermî û wiha axivî: “Xala herî girîng a ziman ewe ku bibe zimanê fermî. Divê li dibistanan bibe zimanê perwerdeyê. Dewletê ji 2012’an heta niha her tim dersa kurdî ya hilbijartî xistiyê rojava xwe. Lê tene salekê di rojevê de ma. Piştre ji bîr kirin. Dewlet her sal li gorî xwe polîtîka pêş dixe. Lê kemasiya me kurdan jî heye. Em zimanê kurdî ji xwe re nakin dert. Em xwedî lê dernakevin. Dersa hilbijartina kurdî hefteyê carekê an jî seatekê ye. Ev têr nake. Ev pir bê wate ye. Divê zimanê kurdî teqez bibe zimane perwerdehiyê. Xala ku ji aliye dewletê ve hatiye diyarkirin hewceye ku em bi vî awayî binirxînin. Em çiqas zanibin ku ev polîtîkayek be jî hewceye em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê em nêrîna ‘Kurd li dibistan hay ji zimanê xwe tune ye’ pûç bikin. Ji bo ku dewlet nebêje xwedî lê derneketin, divê em sekneke xurt nîşan bidin û nêrîna dewletê pûç bikin. Hewceye ku em gaveke bavêjin û wan dersên kurdî hilbijêrin û dewlet jî hewce ye mamosteyî kurdî pêş bixe. Bila daxwaz hebe ku ew jî mecbûr bimînin mamosteyê kurdî bigrin û materyalên kurdî hilberînin. “

Kurdî zimanekî pedagojîke

Rêvebera MED-DER’ê Belkîsa Bîtkîn, bal kişand ser gotina siyasetmedarekî ya ‘Zimanê kurdî ne pedagojîke’ û wiha got: “Zimanê kurdî tê sînorkirin. Gotin tê wateya ku kurd nikarin bi zimanê xwe bibin xwedî pîşe bi zimanê xwe xizmetê bidi civakê. Perwerde gerduniye. Bi her zimanî perwerde dikare bê dayîn.”

Mamosteyên sereke dayik in

Bîtkîn ku mamostetiya pêş dibistaniyê kiriye, li ser girîngiya ziman a li ser zarokan kir û wiha berdewam kir: “Fêrbûna zarokan a ziman ji zikê dayikê des pê dike. Zarok heta 6 saliya xwe gelek tiştan fêr dibin. Mejiyê wan gelek vekirî ye. Zarok zimanê dayikê bi lorîk, çirok, stran û vegotinan fêr dibin. Destpêka perwerdê bi dayikê dest pê dike. Mamosteya herî girîng û mezin dayîk in. Pêvajoya herî girîng dayik û pêşdibistan e. Perwerdeya fermî edî dikevê jiyana zorakan. Gava ku em dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyî armanc temamkirina keseyeta zarok e. Zarok heta 6 saliya xwe bi zimanê dayika xwe diaxive û bi awayakî azad xwe tîne ziman. Lê dema zarok dest bi dibistanê dikin li ser kesayeta wan bandorek neyînî dest pê dike. Jiyana wan kurdî ye, zimanê wan kurdî ye. Lê li dibistanê zimanê biyanî ye. Zarok li dibistanê dikeve bin bandora zimanê serdest. Ev di kesayetê de şikandinekê pêş dixe. Em ziman li ser zarokekî ferz dikin. Li Cihanê gelek modelên perwerdeyê pir zimanî hene. Li Fînlandiya, Kore, Fransa hwl. Bi zimanê fermî û zimanê dayikê perwerde tê dîtin. Ev mafekî zagonî û rewa ye. “

Dayîna dersên kurdî ne nîmet e

Belkîse Bîtkîn herî dawî helwesta hikûmetê ya dersên hilbijartî jî rexne kir û got: “Divê em hilbijartina dersên kurdî weke nîmet nebînin. Kurdî zimanekî xurt, dewlemend û pêşketî ye. Divê em seknek xurt nîşand bidin. Divê em vê mijara ziman têxin rojava xwe. Divê em li her qadê li zimanê xwe xwedî derkevin. Em dixwazin bi vê dersa hilbijartinê zimanê kurdî li dewletê ferz bikin. Em hilbijartinê wekî peşirandinê nabînin. Em wekî helwestekê nîşan didin.”