28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NY: Dibe şerê li Xezayê belavî hemû herêmê bibe

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyarkir, NY ji êrîşên berdewam ên komên çekdar yên li Iraq û Suriyeyê û êrîşên Husiyan yên li Derya Sor bi fikare. Dujarric got, metirsî heye ku şer belavî herêmê bibe

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric li ser êrîşên komên çekdar ên li Iraq û Suriyeyê li dijî baregehên Amerîka û Hêzên Hevpeyman her wiha êrişên Husiyan ên li Derya Sor li dijî keştiyan daxuyaniyek da.

Stephane Dujarric da zanîn wek NY ew ji êrişên berdewam ên komên çekdar ên li Iraq û Suriyeyê, her wiha êrîşên Husiyan ên li Derya Sor li dijî keştiyên bazirganiyê pêktên, bi fikarin.

Dujarric diyarkir eger şer û aloziya li Xezayê berdewam bike, metirsiya wê yekê heye ku şer belavî herêmê bibe.

Her wiha Dujarric bang li hemû aliyan kir ku ji bo kêmkirina aloziyên li herêmê pêngavên bi lez bavêjin.

Berdevkê NY’ê Dujarric got, Sekreterê NY’ê daxwaza agirbesta bi lez li Xezayê û berdana bê merc ya tevayî dîlan dike.