27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê welatiyekî kurd bi îşkenceyê kuşt

Li Îranê kurdê bi navê Mansûr Salamat,yê ji bajarê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê, li navenda binçavkirinê ya lê hatibû girtin, di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da

Kurdê bi navê Mansûr Salamat ê li navendeke ewlehiyê ya li bajarê Ûrmiye yê rojhilatê Kurdistanê di bin çavan de dihate ragirtin, di encama îşkenceyên lê hatin kirin de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên rêxistinên mafên mirovan ên li welat xebatan dimeşînin ve hatin parvekirin Mansour Salamat ê li gundê Pasan ê herêma Targawar bi hinceta “çeka nêhçîrê pê re heye” hate binçavkirin, di encama îşkenceyê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê li malbata Salamat geriyan û jê re gotin ku ji ber strest û zextê felç derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Salamat ê ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin duh bi şev li gundê wî hate veşartin.

Ji sala serê sala 2023’yan ve li girtîgeh û navendên binçavkirinê yên Komara Îslamê ya Îranê herî kêm 8 kurd di encama îşkenceyê de hatin kuştin.