26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Obama: Joe Biden tiştê min dest pê kiribû dewam dike

Serokê berê yê DYA’yê Barack Obama di hevpeyvîneke xwe de, ya bi Asociated Press re behsa rewşa siyaseta Amerîkayê kir û wiha got: Serokê nû Joe Biden tiştên ku me di dema xwe de dest pê kiribû berdewam dike. Her wiha der barê serokatiya Donald Trump de jî got ku wî ji rewşa aramiya aboriyê ya ku me pêk anîbû sûd wergirtiye.

Obama di berdewamiya axaftina xwe de got ku Trump hewl daye ji aramiya aboriya welat ya ku me pêk anîbû sûdê werbigire û di dema me de rêjeya bêkariyê daketibû 3.5, lewre jî tevî ku aboriya me dîsa bi ser xwe ve tê hewcedarî bi derdora 5 salan heye ku tam bi ser xwe ve were.

Obama di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Niha em dibînin ku rêveberiya Joe Biden û tîma wî ya rêveberiyê peywîra ku me di dema xwe de dest pê kiribû berdewam dike.  Her wiha ji sedî 90 ji vê rêveberiyê berê pê re jî xebitîbûn.”

Wekî tê zanîn di vê der barê de gelek rexne ji alî partiya komarparêz ve li Joe Biden hatibûn kirin ku wî gelek ji rêveberên di dema serokatiya Obama de xistine nava tîma xwe.