2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer Ocalan û Ozgur Faîk Erol bi CPT’ê re hevdîtin pêk anîn

Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Ozgur Faîk Erol, derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya girankirî de bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û Parêzer Ozgur Faîk Erol li Strasboûrgê bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn û der heqê hevdîtinê de agahî parve kirin.

Omer Ocalan destnîşan kir ku wan têkildarî mijara tecrîd û kiryarên neqanûnî yên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, agahî bi rayedarên CPT’ê re parve kirine û anî ziman ku rayedarên CPT’ê jî li ser vê yekê ji wan re gotine ku bêyî destûra welatên endam ew nikarin raporên seredanên xwe bi raya giştî re parve bikin.

Omer Ocalan  got ku wan ji rayedarên CPT’ê re bi bîr xistiye ku rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û pirsgirêka Kurd gelekî girîng e û diyar kir ku wan ji CPT’ê daxwaz kiriye ku di vê mijarê de hesas bin û zextê li Tirkiyeyê bikin.

Divê CPT bi misyona xwe rabe

Ozgur Faîk Erol jî  ku di hevdîtina li gel Serokê Giştî yê CPT’ê û rayedarên din de cih girt anî ziman ku dema ku şert û mercên li Îmraliyê hatin berçavkirin hewce ye CPT bibe xwedî mîsyoneke pêxîmker ku CPT ev 25 sal in vê girtîgehê kontrol dike.

Ozgur Faîk Erolî destnîşan kir ku helwesta CPT’ê ya heyî di polîtîkayên tecrîdê de rê li ber Tirkiyeyê vedike û anî ziman ku wan têkildarî vê yekê rexneyên xwe yên ji CPT’ê re anîne ziman û got: ‘’ Hewce ye helwesteke ku fikarên Birêz Ocalan û gelê Kurd ê ku rewşa wî dişopîne, ji holê rake, were nîşandan.Ji bo vê yekê jî çi ji destê me were, hewce ye em bikin.’’