19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ya li kampa Holê didome

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro destpêkirina pêvajoya sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ li kampa Holê ragihand û da xuyakirin ku ew operasyon berdewam dike  

Kampa Holê ya li kantona Cizîrê, li herêmê bi giştî xetereyek mezin çêdike, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê ne û çete hewl didin wê bikin jêdera şaneyên DAIŞ`ê û çeteyan lê perwerde bikin, her wiha ji şaneyên xwe yên li Iraq, Sûriye û cîhanê propagandeyê bikin.

Di kampê de derdora 54 hezar kes hene; 27 hezar iraqî û 18 hezar sûriyeyî û derdora 8 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê.

2021`an, beriya destpêkirina ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ di nava kampê de şaneyên çeteyên DAIŞ`ê 47 kes darve kirin ku li dijî perspektîfên wan derdiketin.

Di encama kuştin û hewldana kontrolkirina kampê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêvajoya yekemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ di 28`ê Adara 2021`an de da destpêkirin. Operasyonê 5 rojan dewam kir û 2`yê Nîsanê bi dawî bû. Zêdetirî 5 hezar şervanên hêzên beşdar, tev li operasyonê bûn.

Di pêvajoya yekemîn de 125 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin, ji wan 20 çete berpirsên bûyerên kuştinê bûn. Her wiha di operasyonên lêgerînê de gelek pêdiviyên leşkerî û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Ruxmî operasyonê û xebatên lêgerînê yên di nava kampê de, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê kir. Ji ber wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi wan êrişan re mijûl bûn, ji lew re hewldanên sepandina ewlehiyê û îstiqrarê li kampê hatin astengkirin.

Dewleta tirk hêzên di tunekirina DAIŞ`ê de cih girtiye yan jî operasyon li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li Baxozê bi rê ve birine, kirin hedef. Yek ji wan jî şehîd Jiyan Tolhildan bû ku pêvajoya yekemîn a operasyonê bi rê ve bir û tevî 2 hevalên xwe yên YPJ`ê û Têkoşîna li dijî Terorê di 22`yê Tîrmeha 2022`yan de di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a li dijî erebeya wan de, şehîd bûn.

Her wiha di êrişa balafireke bêmirov a dewleta tirk de piştî pêvajoya duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de di 28`ê Îlona 2022`yan de, hevseroka Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Reşo şehîd bûn.

Detayên pêvajoya duyemîn

Ji destpêka 2022`yan ve û heta 25`ê Tebaxa 2022`yan, şaneyên DAIŞ`ê û malbatên wan 43 êriş kirin. Di wan de 44 niştecihên kampê bi kêr, tiving, debançeyên bêdeng hatin kuştin. Ji wan 14 jin û 2 jî zarok bûn. Termên wan qurbaniyan diavêtin kanalîzasyonê ji bo ku sûcan veşêrin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê 13 caran hewl da niştecihên kampê birevînin. Kon tevî niştecihên wê bişewitînin, alîkariyên mirovî û tenduristiyê û xizmetguzariyê jî telef bikin. Tevliheviyê çêkin û sûra li dora kampê rakin.

Ji ber wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêvajoya duyemîn a operasyonê di 25`ê Tebaxa 2022`yan de da destpêkirin ku 24 rojan dewam kir.

Hêzê di wê pêvajoyê de, gelek noqte û cihên çeteyên DAIŞ`ê yên ku fikrê tundraw fêr dikirin tune kir, gelek jinên DAIŞ`î yên xetere ku di wê demê de endam di nava kampê de perwerde dikirin, sûc li dijî niştecihên kampê kirine, girtin. Her wiha hêzê li dijî koma “Hisbê û Eşbalên El Xîlafe” operasyon li dar xist, gelek berpirsên wê girtin.

Di lêpirsînên wê demê de hate diyarkirin ku 3 jêderên çekan ên DAIŞ`ê hene, ya yekemîn destê hin karmendên rêxistinan tê de heye, bi taybet ‘Rêxistina Bihar’ ku çek û pere derbasî kampê dikirin û revandina endam û çeteyên DAIŞ`ê hêsan dikir. Jêdera duyemîn jî çekên ferdî û bombe ne ku hevserên çeteyan û zarokên wan di nav cil û bergên xwe de vedişartin dema ji Baxozê reviyan. Jêdera sêyemîn jî, DAIŞ`ê derfetên ji rêxistinan re hatine pêşkêşkirin, bi kar anîn û amûrên tûj wekî xencer, kêr, bato û amûrên îşkencekirinê çêkirin û pê niştecihên kampê tirsandin û ew neçarî teslîmiyetê kirin.

Di wê pêvajoyê de, YPJ`ê 2 jinên ciwan ên êzidî ji destê jinên DAIŞ`ê xilas kirin û birin cihekî ewle. YPJ`ê, 4 jinên ku bi zincîran hatibûn girêdan û îşkence li wan hatibû kirin, xilas kirin.

Her wiha di pêvajoya duyemîn de, 226 kes hatin girtin. Di nava de 36 jin hebûn ku tev li bûyerên kuştin û tirsandinê bûbûn. 25 tunel û xendek hatin dîtin û gelek çekên navîn û sivik hatin desteserkirin.