7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê Îskoçyayê ji David Cameron re nameya ‘Ji Ocalan re azadî’ şand

Parlamenterê Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) Tommy Sheppard têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Wezîrê Karên Derve ya Qraliyeta Yekgirtî David Cameron re nameyek şand

Endamê Meclîsa Parlamenteran û Parlamenterê Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) Tommy Sheppard têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Wezîrê Karên Derve ya Qraliyeta Yekgirtî David Cameron re nameyek nivîsand û xwest ku tecrîd bi dawî bibe û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikeve nava hewldanê.

Di rojên borî de Parlamenterê Partiya Neteweyî ya Îskoç (SNP) Tommy Sheppard li Parlamentoya Ewropayê bi parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir û ji bo ku bal bikîşîne ser tecrîdê ji Wezîrê Karên Derve ya Qraliyeta Yekgirtî David Cameron re nameyek nivîsand.

Sheppard di nameya xwe de bal kişand ser bandora Abdullah Ocalan a li ser aştiya Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku tecrîd ji bo gelê Kurd birînek e. Sheppard ji bo ku Abdullah Ocalan bê berdan, xwest ku hewldan bê kirin.

Sheppard diyar kir ku ev nêzî 25 sal in Abdullah Ocalan li Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û got: “Ev rewş ne li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye.”

Sheppard di nameya xwe ragihand ku wî hevdîtin bi parêzerên Abdullah re kiriye û got: “Parêzerên wî gotin, hema bibêje ev 3 sal in destûr nayê dayîn ku Birêz Ocalan bi cîhana derve re peywendiyekê bike. Ev rewş zirareke mezin dide îtîbara Tirkiyeyê. Ev yek tê wateya binpêkirina hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî. Her wiha ev yek ji bo bi hezaran welatiyên me yên Kurd jî ku ev welêt kirine mala xwe, birîn û heqaret e.”

Divê tecrîd bidawî bibe

Sheppard ji David Cameron xwest ku bi rayedarên tirk re vê rewşê binirxîne û destûra hevdîtinê bê dayîn ji bo parêzerên Abdullah Ocalan, tecrîd bi dawî bibe û ji bo ku dawî li girtîbûna wî were polîtîkayekê ava bike.