3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jin û zarokên DAIŞ`ê êrîşî rojnamegeran kirin

Rojnamegerên ku dixwestin Operasyona "Mirovî û ewlehiyê" ya li kampa Holê ku malbatên DAIŞ’ê lê dimînin, bişopînin, ji alî jin û zarokên DAIŞ`ê ve hatin êrîşkirin

Nûçegihanên ajansa ANHA’yê  li Kampa Holê ragihandin ku jin û zarokên DAIŞ`ê yên di nav kampê de êrîşî rojnamegerên ku operasyona “Mirovî û ewlehiyê”  dişopînin, kirin .

Jin û zarokên DAIŞ`ê yên di beşa pêncan a kampa Holê de, kevir avêtin rojnamevanan û bi amûrên tûj êrîşî rojnamevanan kirin. Di encamê de nûçegihanê Ronahî TV Silêman El Tawîl birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku ev kampa malbatên çeteyên DAIŞ’ê lê dimînin ji alî her kesî ve wekî bombeyeke demî tê binavkirin lê ji bo çareserkirina vê pisrgirêkê tu dewletek alîkarî û destekê nade Rêveberiya Xweser ku çareyekê ji van malbatên DAIŞ’ê re bibînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku roj bi roj ew zarok mezin dibin û hemû perwerdeya xwe ji malbatên xwe digirin û li ser bingeha fikir û ramanên DAIŞ’ê mezin dibin, her yek ji wan zarokan tê amadekirin ku bibe DAIŞ’iyeke taluke.

Rêveberiya Xweser gelek caran bang li sazî û dezgehên navdewletî kiriye ku her welatek van malbatên çeteyên ku welatiyê wan in vegerînin welatê xwe lê heta niha tu bersiveke cidî ji van bamgan re nehatiye kirin.