3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Amerîka balafirên şer difiroşe Tirkiye û Yewnanistanê

Ajansa Hevkariya Ewlekariya Berevaniyê ya Amerîkayê ku girêdayî Pentagonê ye, ragihand ku Wezareta Derve ya Amerîkayê firotina 40 balafirên şer ên F-16 bo Tirkiyeyê pejirandiye

Hikûmeta Amerîka çiraya kesk ji bo firotina van balafirên şer ên F-16 bo Tirkiyeyê da û dawî li danûstandinên bi mehan anî, balkêşe ku ev biryara Amerîkayê piştî erêkirina Enqereyê ya ji bo tevlêbûna Swêdê li NATO’yê hate dayîn.

Êvara Înê, Wezareta Derve bi fermî Kongresê ji vê peymana dualî agahdar kir, wekî ku li gorî qanûna Amerîkî hewce dike.

Ji bo cîbicîkirina vê pêngavê, Amerîka li bendê bû ku belgeyên erêkirina Tirkiyê ji bo endamtiya Swêdê di NATO de werbigire, li gorî ku rayedarekî amerîkî got, ev jî cewhera pir hestiyar a danûstandinên berdewam nîşan dide.

Li gorî qanûnên Dewletên Yekbûyî hewce dike ku Kongres ji her firotina çekên amerîkî ji hukûmetek biyanî re were agahdar kirin.

Parlamentoya Tirkiyê roja Sêşemê endamtiya Swêdê erê kir û danûstandinên bîst mehan di navbera Stokholm û Enqereyê di vê der barê de bi dawî anî û ev yek bû ceribandinek ji bo têkiliyên Enqereyê bi hevalbendên wê yên rojavayî re yên ku dixwazin eniyeke yekgirtî ji ber şerê Ukraynayê li dijî Moskovayê pêk bînin.

Di 11’ê Tîrmeha 2023’an de, Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan di hevpeyvîneke ligel Reutersê de aşkere kiribû ku Joe Biden dixwaze plana şandina firokeyên F-16 ji Tirkiyê re bi pêş ve bibe û got: “Daxwaza Tirkiyê ya endambûna Yekîtiya Ewropayê. Ne girêdayî ketina Swêdê ya NATO’yê ye.

Hêajyî bibîrxistinê ye ku Amerîkayê, Tirkiye ji peymana balafirên şer ên nû yên pêşkeftî yên F-35 derxistibû û gef li Enqerê xwaribû ku hin cezayên aborî jî li ser wê ferz bike ji ber kirîna Tirkiye ya pergala fûzeyên S-400 a Rûsyayê.

Her wiha balkêşe ku hikûmeta tirk a ku di krîzeke aborî ya dijwar de derbas dibe û xelkên vî welatî li geza nanê debara malê heyirî mane, hikûmeta AKP-MHP bi buhayê 23 milyar dolar 40 balafirên şer ên F16 ji Amerîkayê dikire.