2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meryem Erbey: Divê Nobeda Edaletê ji salonê dakeve kolanan

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey, destnîşan kir ku ji bo ew aştî, demokrasiyê bînin Tirkiyeyê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bikin pêwiste çalakiyê ji salonan derxînin kolanan û bi milyonan rabin ser piyan.

Çalakiyên Nobedên Edaletê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di serê meha kanûna 2023’an de li Wan, Amed, Edene, Mêrsînê dest pê kir û Mêrdîn, Stenbol û Îzmîr lê zêde bûn, didome. Her roj malbatên girtiyan bi pêşengiya komeleyên girtiyan ên bajarên Wan, Amed, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê diçin salonên çalakiyan û tev li Nobeda Edaletê dibin. Yek ji cihê ku Nobeta Edaletê lê berdewam dike jî Bajarê Mêrsînê ye. Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çûkûrova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di didome. Nobed li avahiya komeleyê didome. Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên komeleyê tev li çalakiyê dibin. Dengbêjên li bajêr jî piştgiriyê didin çalakiyê. Li salonê her roj dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz dikin. Yek ji çalakgeran û beşdarên Nobeda Edaletê; endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey e.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Meryem Erbey ji roja çalakiyê dest pê kiriye heta niha 51 roj in tev li nobedê dibe. Erbey têkildarî armanca çalakiyê û rêveçûna çalakiyê kir.

‘Em dixwazin şer raweste û aştî pêş bikeve’

Meryem Erbey li ser armanca çalakiyê axivî û wiha got: “Armanca çalakiya me, ji bo em tecrîda li ser serokatiya xwe bişkînin û Serok di nava xwe de bibinin. Ji ber ku mifteya aştiya Rojhilata Navîn azadiya Serokê me ye. Heta Serokê me neyê berdan, li Rojhilata Navîn aştî pêş nakeve. Ji bo xatirê tecrîd li ser Serokê me rabe, me dest bi Nobeda Edaledê kiriye. Armanca dayikan jî û armanca zarokên me yên girtî jî ew e ku tecrîd bi dawî bibe. 51 roj in em ji bo azadiya fizîkî ya Serok di Nobeda Edaletê de ne.  Em dixwazin aştiya di nava gelê kurd û tirk de pêş bikeve. Em dixwazin êdî şer bi dawî bibe û cenaze neyên. Ji bo aştî û edalet pêş bikeve em nobedê digirin. Heta ku em cenazeyan bidin sekinandin, Tirkiyeyê demokratîk bikin, Serok azad bikin û girtiyan ji zindanan rizgar bikin em ê vê çalakiya Nobeda Edaletê berdewam bikin. Heta ku em encam bigirin çalakiya me dayikan dê berdewam bike.”

‘Divê bi milyonan dakevin kolanan’

Meryem Erbey bal kişand ser rewşa çalakiyên li Edene, Mêrsîn, Wan, Amed, Mêrdîn, Îzmir û Stenbolê jî û wiha berdewam kir: “Îro ji bo azadiya Serok ev çalakî tenê têr nakin. Ev çalakî tenê li 5-6 bajaran û bi 200-300 dayikan çênabe. Gerek ji bo vê pêngavê bi milyonan rabin ser piyan. Divê hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê rabin ser piyan û tev li çalakiyê bibin. Divê her kes azadiya Serok bixwaze. Ev çalakî pir lawaz e. Divê bi milyonan mirov ji bo aştî, demokrasî û edaletê rabin. Divê gel rabe ser piyan û vê cîddî bigirin. Divê em pêngavê xurt bikin. Divê em vê Nobeda Edaletê tenê li solanan bi sînor nekin. Nobetê û çalaiyê ji salonan derxînin kolanan.”

‘Çalakî ne erka girtiyan e, erka kesên derve ye’  

Meryem Erbey bal kişand ser sedema çalakiya gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî jî û wiha pêde çû: “Gireva birçîbûnê ne erka girtî û hepsiyan e. Ji ber ku mirovên derve bêdeng man, girtiyan dest bi çalakiyê kir. Ji ber kesên derve erka xwe pêk neanîn, wan dest bi çalakiyê kir. Li derve û Tirkiyeyê çalakî lawaz man. Ji ber vê yekê girtî ketin girevê. Eger li derve bi milyonan kes derketibana kolanan, wê demê girtî nediketin çalakiyê. Çalakiya 5-6 bajaran pir kêm e. Eger girtiyan dest bi çalakiyê kiribe, ji ber kesên derve erka xwe pêk neanîye. Eger îro cenaze ji girtîgehan derkeve sûcê kesên derve ne. Ji ber erk û peywira xwe pêk nîne cenaze derdikevin. Divê hemû kesên derve rabin ser piyan, dest bidin hev û pêngavê xurt bikin.”

‘Eleqe heye lê têr nake’

Meryem Erbey bal kişand ser eleqeya çalakiyan jî û wiha got: “Eleqeya li hemberî çalakiyan heye. Lê ev eleqe lawaz e. Têr nake. Baş e. Lê em vê hindik dibînin. Divê bêtir xurt be.”

Meryem Erbey bang li her kesî kir û wiha bi dawî kir: “Ji bo Nobeda Edaletê bigêje armanca xwe divê bi milyonan mirov derkevin kolanan. Divê çalakî dakeve kolan û taxan. Divê çalakî mezin bibe. Derbasî kolanan bibe. Çalakî tenê li salonan têr nake. Pîroz e. Lê kêm e.”

Wêne: Yusra Batihan