21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Osman Baydemîr bang li dengdêrên derveyî welat kir

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li derveyî welat kir û got, "Dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr bang li Kurdistanî û hêzên demokrasiyê yên li derveyî wealt kir  û wiha  got:”Ji maratona mezin re tenê 2 roj mane. Ez spasiya bi sed hezaran kesên ku li dîasporayê dijîn û deng dane, dikim. Tenê 2 roj mane lê bi sed hezaran kesan hê dengê xwe nedane. Ez bang li we dikim, ji bîr nekin ku mifteya guherîn û veguherînê di destê we de ye.

Dengdana we wê karibe deriyê zindanan veke. Çima em ewqasî bala xwe didin dengên derve? Li gor salên borî û tecrubeya hilbijartinan, em ê bi zêdekirina çend hezar dengan li hinek bajaran karibin parlementeriyê bi dest bixin. Li Erdexan, Erzirom, Aydin, Konya, Manîsa, li herêma 2’emîn a Bûrsayê, li herêma 3’emîn a Enqereyê, li Qersê parlementeriya duyemîn, li Îzmîrê parlementeriya sêyemîn û li Rihayê em ê karibin parlementeriya pêncemîn û belkî ya şeşemîn derxînin. Qedera 10 bajaran di destê we de ye. Biçin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”