17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cengîz Çandar: Tecrîd gef, zext û heqareteke li dijî kurdan e

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar re hate ba hev. Çandar, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîd zextek, gef û heqareteke li dijî kurdan e.”

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê li otêleke Amedê bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar ku ji zêdetirî 80 rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî pêk tê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de taştê hate dayîn û pêvajo hate nirxandin.

‘Divê em piştevaniyê xurt bigirin’

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, diyar kir ku piştevaniya heyî piştî erdhejên Mereşê xurtir bû û wiha domand: “Divê demokrasiya herêmî û piranîparêzî bidome. Em ê têkoşîna xwe ya di vê mijarê de bidomînin.” Bi domdarî Atasoy got ku divê tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin were bidawîkirin û paradîgmaya azadîxwaziya jinê li Tirkiyeyê belav bibe.

Bal kişand ser ‘komara demokratîk’

Namzeta parlamenteriyê Halîde Turkoglû di hevdîtinê de anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bûye mîsogeriya demokrasiya herêmî û wiha domand: “Komara demokratîk û demokrasiya herêmî eleqeya xwe bi hev ve heye. Divê komara demokratîk were avakirin. Têkildarî rêveberiyên bajaran nîqaşên me çêbûn. Ji ber rejîma qeyûman em nikarin bajarên xwe birêve bibin. Em ê bigihijin astekî wisa ku demokrasiya herêmî, rêveberiyên herêmî esas digirin. Çareserkirina van pirsgirêkan jî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e ku niha li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Ya din jî bi çareserkirina pirsgirêka kurd e. Em ê di 14’ê Gulanê de hejmareke zêde ya parlamenteran derxînin û pêvajoyeke nû bidin destpêkirin. Em ji vê bawerin û dê azadî û edaletê pêk bînin.”

‘An demokrasî an jî dîktatorî’

Namzetê parlamenteriyê Cengîz Çandar jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û ev nirxandin kir: “Di hilbijartinê de cihê herî girîng Amed e. Ez qala noqteya herî polîtîzebûyî ya cîhanê diklilm. Amed, bi tena serê xwe rêxistineke. Amed, ji hemû rêxistinan mezintir e. Weke din tu erdnîgariyek nîne ku hem xwe araste dike hem jî xwe perwerde dike. Em bi rêxistina xwe re ne. Hefteyek piştre hilbijartin heye. Ne bawerim hilbijartineke asayî be. Di dîroka Tirkiyeyê de hilbijartina herî krîtîk e. Ev hilbijartin herî zêde jî amediyan eleqedar dike. Ev hilbijartin dê bibe bijartina du vebijêrkan. An dê Tirkiye bikeve rêya dîktatoriyeke pir dijwar an jî berê xwe bide demokrasiyê. Ev biryar jî ji her devera welêt zêdetir kurdan eleqedar dike.”

‘Ji abdullah ocalan agahî nayên girtin’

Bi domdarî Çandar destnîşan kir ku nebûna demokrasiyê ya li welêt dê bê wateya xeniqandina kurdan û wiha bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Ev zêdetirî 2 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Heke Ocalan şexsiyetekê siyaseta kurd nebûya, gelo ma dê tecrîdeke wiha li ser ferz bikirana? Ev tecrîd zext, gef û heqareteke. Weke di mînaka Ayla Akat Ata, Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak de, gelek kesên din di girtîgehê de ne. Rejîm hewl dide xelkê Amedê, vîna gelê kurd tune bihesibîne. Ya dikeve ser milê me jî ew e ku em jî wan tune bihesibînin.”