6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ahmet Turk: Ger hûn şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin

Siyasetmedar Ahmet Turk ku di mîtînga Qoserê de xîtabî bi hezaran kesî kir got: "Ger şaş nêzî gelê me bibin em ê hesab bipirsin." Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê jî got: "Em ê azadiyê ava bikin."

Partiya Çepên Kesk li Qosera Mêrdînê bi beşdariya bi hezaran kesî mîtîngek li dar xist. Mîtîng li Qada Otogarê hat lidarxistin. Bi hezaran kesên tevlî mîtîngê bûn tim dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Gava siyasetmedar Ahmet Turk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz hatinq adê, coşa li qadê zêdetir bû.

Ahmet turk: dê ev pergal biçe

Ewilî siyasetmedar Ahmet Turk axivî. Turk anî ziman ku gelê kurd ji bo azadiyê bedêlek giran daye û got: “Lê tu carî serî netewandiye.” Turk bilêv kir ku dê ev desthilat û pergal bê rûxandin û got: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Em di serdemeke dîrokî de ne ku guherîn û veguherîn bivênevê ye. Ez dixwazim peyamê bidim hin kesan. Em bloka demokrasiyê em ê vê pergalê biguherînin. Dê gelê me ji vê zilmê xelas bibe.”

Turk di berdewama axaftina xwe de got ku ew ne dijminê tu gelan e, lê desthilata heyî berberîbûnê dixe navbera gelan û siyaseta dijminatiyê dike. Turk wiha domand: “Îro ro Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayla Akat, Leyla Guven û bi hezara kurd ji ber fikirên xwe di girtîgehê de ne.” Turk destnîşan kir ku bi salan e bedêlên giran didin û wiha muxalefetê hişyar kir: “Tifaqeke Miletê heye. Partiya me eşkere kir ku em ê piştgiriyê bidin Kiliçdaroglû. Lê bila baş zanibin ku, ger sibê şaş nêzî gelê me bibin, em ê hesab bipirsin…”

Turk di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê bi têkoşîna xwe Tirkiyeyê biguherînin û got: “Ev têkoşîna azadiyê ye. Ev têkoşîna gelê me ye. Kesê dengê xwe bide AKP’ê an jî partiyeke din guneh e, heram e.”

Turk bi dirûşmeya “jin, jiyan, azadî” dawî li axaftina xwe anî.

Aydeniz: em ê azadiyê ava bikin

Paşê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê jî bal kişand ser coşa gel û got: “Bila ev coşa we neqede. Bila ji coşa we bitirsin. Em dibînin ku qadan biryara xwe daye. Dê dara me di 14’ê Gulanê de ampûla AKP’ê bitefîne. Herî zêde bar dikeve ser milê ciwanan. Ez yeqîn dikim ku dê derî bi derî bigerin û xebatên xwe bidomînin. Ji bo azadiya gelê kurd, ji bo azadiya hevrêyên me yên girtî, ji bo şandina qeyûman barekî giran dikeve ser milê wan. Divê em di 14’ê Gulanê de dest ji sindoqan bernedin. Divê em sindoqên xwe biparêzin…”

Aydenîzê di berdewama axaftina xwe de bibîr xist ku dîktatorê herî mezin Sedam Husên e û got ku dê dawiya desthilata AKP-MHP’ê jî heman tişt be. Aydneîzê wiha domand: “Ez dizanim ku hûn hevrêyên Ferhat Kûrtay in. Çawa ku Ferhat Kûrtay seîr netewand, dê hevrêyên wî jî serî netewînin û dê vê desthilatê bişînin.”

Aydenîzê destnîşan kir ku dê di 14’ê Gulanê de qeyûman û desthilatê bi hev re bişînin û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Em ê di 14’ê Gulanê de deriyên Îmraliyê perçe perçe bikin.”

Aydenîzê bilêv kir ku ew ê di 15’ê Gulanê de givenda azadiyê bigerînin û got: “Ez yeqîn dikim ku siberoj a me ye û em ê azadiyê ava bikin.”

Mîtîng piştî axaftinan bi stranên hunermendan bi dawî bû.