19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezareta Dadê têkildarî Îmraliyê daxuyanî da

Wezareta Dadê ya ji tecrîda mutleq berpirsyar e, diyar kir ku tîmek çûye Îmraliyê lê ev tîmeke teknîkî ye û li avahiya li giravê ji ber rabûna bahozê xesar dîtiye lêkolîn kirine.

Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, 26 meh in tu agahî nayên girtin. Têkildarî nîqaşên ku bi Abdullah Ocalan re “hevdîtin” a hatiye kirin Wezareta Dadê jî daxuyaniyek da.

Wezareta Dadê ya ji tecrîda mutleq berpirsyar e, lê heta niha têkildarî tecrîdê tu daxuyanî nedane, diyar kir ku tîmek çûye Îmraliyê lê ev tîmeke teknîk e û li avahiya li giravê ku ji ber rabûna bahozê xesar dîtiye lêkolîn kirine.

Wezaretê diyar kir ku ji bo lêkolînkirina zirara bahozê ya di 5-7’ê sibatê de li ser banê tesîsên hêsaniyê û avahiyên xizmetê yên ji aliyê Fermandariya Ewlehiya Giravê ya Cendermeyan a Îmraliyê ve tên bikaranîn, tîmek li giravê hatiye peywîrdarkirin

Di daxuyaniya Wezaretê de hate gotin ku têkildarî mijarê li ser daxwaza nivîskî ya Fermandariya Cendermeyan a Bûrsayê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ji Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan re di 1’ê Adara 2023’yan nivîsek hatiye nivîsîn û hatiye xwestin ku tîmeke teknîk ku xesarên li avahiyan çêbûna tamîr bikin bê peywîrdarkirin û wiha hate gotin: “Di vê çarçoveyê de ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan endezyarekî makîneyê ku li Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê peywîrdare, tîmeke teknîkî ya ji 4 kesan pêk tê ku endezyarên ceyranê û avahiyê di nav de û Dadgerê Tetkîkê yê Berpirsyarê Buro Emlak Înşaet a Serokatiya Daîreya Xizmetên Piştgiriyê ya Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan serokatî û koordîneya wê bike, di 21’ê adara 2023’yan ji bo li saziya navê wê derbas dibe lêkolîn bikinhatine peywîrdarkirin. Rapora ku têkildarî lêkolînên teknîkî yên hatin kirin pêşkeşî Miduriyeta Giştî hate kirin. Tenê li tesîsên hêsaniyê û avahiyên xizmetê yên ji aliyê Fermandariya Ewlehiya Giravê ya Cendermeyan a Îmraliyê lêkolîn hatiye kirin û di beşa ku girtî lê dimînin tu lêkolîn û kontrol nehatine kirin. Tevî ku belge û rastî di holê de ne jî nûçe û daxuyaniyên têkildarî vê rewşê de hatine kirin derveyî rastiyê ne.” Wezaretê têkildarî daxwaz û peywîrdarkirinê hin belge jî parve kirin.