8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xaldî, Teîşeba û Şevînî bi Wanê re ne

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Hilbijêrên Wanê, nola xezeba bayê seryezdan Xaldî, yezdan Teîşeba û yezdan Şevînî digobile. Heke wiha bidome, ew ê partiyên pergalê nola kerengperekî li ber xezeba vî bayî bikeve û biçe di ezmanê heftan re derkeve

Beriya em xwe tûşî behra welatpariziya Wanê bikin, werin em çav bavêjin dîroka nêz a hilbijartinên li Wanê di ber çavan re derbas bikin.

Di hilbijartina sala 2007’an de cara pêşî kurdan bi hev re biryara namzetên serbixwe, yên bi navê “namzetê hezar hêvî”  da û tev li hilbijartinê bûn. Bi vî awayî, xefikên dewletê yên ji kurdan re vegirtibû, vala derketin. Di vê hilbijartinê de namzetên kurdan ên serbixwe 100 hezar deng wergirtin û 2 parlementer bi dest xistin.

Di hilbijartina sala 2011’an de dîsa kurdan bi namzetên serbixwe tev li hilbijartinê bûn. Di hilbijartina berê de carekê kurdan bêhna azadiyê hilanîbû. Loma vê carê rêjeya dengên xwe du qat kirin. Li Wanê jî namzetên kurdan ên serbixwe bi rêjeya ji sedî 49,47ê deng wergirtin û tam 4 parlementer şandin meclîsê.

Di hilbijartina sala 2015’an de vê carê partiya kurdan a hingê, HDP wekî partî tev li hilbijartinê bû û dîwarê bendavê hilweşand. Li wanê jî kurdan sindoq çirandin û rêjeya ji sedî 73,6 deng wergirtin. Edetî namzetên heyî tevdek malişt. Ji 8 parlementerèn Wanê tenê 1 ji ber hilbijêrèn wanê filitî û tam 7 parlamenter şandin meclîsê.

Di hilbijartina sala 2018’an de, êşên jandar hatin jiyandin. Her wiha dewletê gelek dek û dolap gerandin. Loma jî vê carê HDPê rêjeya ji sedî 59,3 deng wergirtin û 5 parlementer bidestxist û şandin meclîsê.

Hilbijartina Wanê ya

14’ê gulana 2023’an

Di hilbijartina 14’ê gulana 2023’yan de, bajarê Wanê wê bi 13 navçe, 692 gundên xwe, her wiha 704 hezar hilbijêrên xwe, di 2 hezar 284 sindoqan de dengên xwe bi kar bînin. Ji hejmara van hilbjêrên li jorê, jê 93 hezar û 440 hilbijêr wê cara pêşîn biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.

Ev jî diyar dike ku dirûşma wî welatiyê kurd ê li Mêrsînê ku bîst û pênc sal berê wiha qîriyabû gotibû “kurtlerîn her bî-rî-sî, doquz ço-cu-xî war!” piştrast dike.

Namzetên Partiya Çepên Kesk ev in:

1 Perwîn Bûldan, 2 Zulkuf Ûçar, 3 Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, 4 Sînan Çîftyurek, 5 Gulderen Varli, 6 Mahmût Dîndar, 7 Havîn Kiye, 8 Taylan Ertaş.

Weke tê zanîn, xebata herî dijwar a hilbijartinê, diyarkirina namzetan e. Beriya hilbijartinê, dewlet berê xwe dide namzetên kurdan ên muhtemel. Kîjan kesên bikaribe pêşengtiyê ji gel re bike, bi hincetên virde wirde, lekeyekê li wan dixîne. Paşê jî, bi dada xwe ya tune, nola şûrê demokles li ser serê wan dihezikîne. Wekî tê zanîn, dad û zagon li vî welatî nola doxîna lastîkî ye. Tu bi ku de kaş bike, bi wir de vedileze.

Gava namzetên sereke bi awayekî ji awayan derdikevin derveyî bazinê pêşbaziya hilbijartinê, vêca li ser alternatîfên muhtemel ên namzetên dîtir, gengeşî derdikevin. Ev gengeşî bi awayekî eyan li Wanê tê çavdêrîkirin.

Gava meriv gelê Wanê nas nekiribe, ev gengeşiyên li Wanê, meriv dixîne nava fikaran.

Lê gava meriv li herêma Wanê digere, hingê fikarên heyî dibin keldixan, difirin û diçin.

Gotineke kurdan heye, dibêje “tişta çû, nede dû”  Lê ji bo hilbijartinên dema pêş, divê ders jê werin girtin û kesên dilê xelkê êşandibin an jî kesên di erênayê de, divê wekî xiyarê tahl dernexîne pêşberî civakê û ji civakê re nebêje, tu hez dikî bixwe tu hez dikî nexwe! Daku hilbijartineke ji mejbûrî çênebe.

Hewce nake meriv helwesta hin şaredarên piştî hilbijartinê ku girêka xwe li pişt xistibûn û pêve, vîna gel ji nedîtî ve hatibûn û derbasî partinyên din bûbûn, bîne ziman. Her wiha nimûneya kesên weke Ayhan Bîlgen û Altan Tan jî jixwe li ber çavan e.

Heke kesayetên nola Îhasan Colemêrgî li Wanê hebin û meriv biçe namzetên bêdilî gel nîşan bide, ev dibe cihê daxê û dilmayîna gel.

Çima ez hinekî li ser vê mijarê wanî tîr bûm û min dirêj kir? Ji ber ku ev pirsîgirêkeke berbelav e, lewma.

Hêvîdar im ev rexneyèn gel yên li jorê, wê bibe şîrethilanîna hilbijartinên demên li pêş.

Ji Agiriyê ber bi Wanê

Ber bi êvara teng, ez digihîjim Erdîşê. Erdîşa birîndar! Heke meriv qenc guh bidin hîbehîba bêdengiya  Geliyê Zîlan, hingê wê qîrîna zarokên ji zikê diyên xwe yen qelaştî qiloz bûne der, bibihîse. Kî jî vê qîrîniyê ji bîr bike, erdîşî wê tu car ji bîr nekin. Her dengekî welatiyekî Erdîşê, bila qîrîna wan zorokên nîvqurmiçî bîne bîra xwe.

De min got: Êvar bû û wexta fitaran bû. Lewma jî tek tûk erdîşî li kolana  dihatin dîtin. Bi nasî, bi nenasî ez wan erdîşiyan didim peyivandin. Yekî ji wan, nola dilê min xwendibe, dibêje “ma em birîna Geliyê Zîlan ji bîr dikin!?”

Bi mebesta li vegera Amedê ez ê bi roj di ser Erdîşê re vegerim lê dixim ber bi Wanê ve dikudînim.

Roja dîtir ez diçim avahiya Partiya Çepên Kesk a navçeta Îpekyolê. Namzetan xwe amade dikirin, daku derkevin serdana esnafan. Ez ji rêvebiran dipirsim, dibêjim gelo ji kîjan namzetan bi kurdî xweş dizanin. Dibêjin, “hema tevdek jî dizanin”

Namzeta Partiya Çepên Kesk, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a di rêza 3’yemin de tê xwe dide naskirin. Bi vekenîn dibêje “kerem bike. Ez jî bi kurdî dizanim. Hevala me ya namzet Havîn Kiye, zanîngeha Artûklû kuta kiriye, xwezî ew li vir bûya, wê baştir dizanîbû. Lê axir, ew ne li vir e.”

Gava namzetên ji ziman û dîroka kurdan re serkeftî bin, yekser ka gelo ew namzet di rêza çendemîn de ye, meraq dikim. Mixabin, Havîn Kiye, di rêza 7’emin de ye. Azad Barişê namzetê Amedê jî tê bîra min. Ew jî wekî namzetê li ser xeta erênayê de bû.

Axir, namzet Gulcan xanim jî baş bi kurdî dizane û bi kurdiyeke şîrîn pirsên me dibersivîne.

Ji bersîvên Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar bû ku ji tevahiya pirsgirêkên hemşehriyên xwe yên wanî re, serwext e. Her wiha der heqa hilbijartina Wanê jî dibêje “em bidestxistina şeş parlementeran mîsoger dibînin. Konsantrasyona me li ser bidestxistina parlementerê 7’emin e.”

Hema di ser re, ez nerazîbûna gel a ji hin namzetan jî, jê re nikilderî dikim.

Gulcan xanim hinekî ne di wê nerînê de ye.

Ji ber ku ji vê kêlikê pê ve, êdî nîrxandina li ser namzetan bê wate ye lewma ez jî zêde najdînim. Tenê min rexneyên gelê me yê nîştimanperwer li ser xwe deyn digerand, lewma min bi bîr xistibû. Daku deynê di stûyê xwe de bidim, ew qas!

Eleqeya gelê Wanê

Piştî kurtehevpeyvîna me bi dawî dibe, êdî em bi hev re dadikevin jêr. Koma namzet û ya rêvebirên Partiya Çepên Kesk, dest bi meşa xwe dike. Divê ez li xwe mikur bêm ku ev cara pêşî ye ku ez ew qas eleqeyeke gel a mezin dibînim.

Gava koma namzet û rêvebiran, çav li nêzîktêdayina gel ket, ji şahiyan devê wan hat gihaşt belika guhê wan. Nîştmanperwerên wanî bi fîzefîz, bi lîrelî û bi çepikan, namzetên xwe pêşwazî dikirin. Xelk tevdek li gel esnafan rabûn li ser hêlan û piyan; dinya bûbû erdê ersatê. Ji ber ku roja kulara bû, ango roja berî cejnê bû jî, lewma jî ax li erdê nediket. Gelê li kolanên Wanê, nola mitîngeke xwezayî diherikîn.

Bi vê coş û eleqeyê em heta buroya hilbijartinê ya li Kolana Hunerê bi hev re meşiyan. Gava em gihaştin buroya hilbijartinê, êdî eleqe derket lûtkeya herî rajor.

Bê gûman her partî, namzetên xwe bi coşdarî pêşwazî dike. Lê gava kurdên azadîxwaz namzetên xwe pêşwazî dikin, tiştekî din derdikeve holê. Tiştekî weke di biharên bêbaran de, baran bibare. Tiştekî weke cumbuşa gulên rengo rengo li mêrgan bipişkuvin. Tiştekî weke govend gerandina serkeftina piştî şeran. Tiştekî weke, tiştekî weke…

Piştî demeke dirêj e ku gelê kurd cara pêşîn wanî bi hev re dengê xwe bilind dikin. Tê dîtin ku gel ji derbirînên bi vî rengî re, tibabekî tî bûye. Diyar e ku ev hilbijartina kritîk, ew ê bibe wesîleya şikandina tîbûna gelê kurd.

Gava em bi hev re dîsa vedigerin navenda navçeya Partiya Çepên Lesk, ez li telefona xwe dinêrim, dibînim ku min 11 hezar gav avêtine. Karekî din ê şopandina hilbijartinê jî ew e ku meriv ji kîloyên xwe yên zêde jî pak dibe.

Li Elbakê

Bi mebesta li hinek navçeyan bigerim, ez diçim Elbaka navçeya Wanê. Welatîyek dibêje “abê, reqora dengan di destê me elbakiyan de ye. Em ê vê reqorê bi destê tu herêmeke din de bernedin.”

Ez meraq dikim ka gelo ev rast e ku partiyên li ser xeta HDP’ê, herî zêde li Elbakê deng wergirtine. Ez li rêjeya dengên HDPê ya sala 2018’an dinêrim. Ez bala xwe didimê ku navçeya Liceya Amedê ji sedî 95,80 deng wergirtiye. Elabaka Wanê jî bi rêjeya ji sedî 95,70 deng wergirtine. Bila dengê me neçe vî welatiyê elbakî lê wele birakê delal li qusûrê nenêre, ev ala yekemin di destê liceyiyan de ye. Heke hûn Elbakî îsal hinekî din xwe bijdînin, dibe ku hûn vê alê ji destê Liceyiyan bistînin.

Li gundekî Westan/Gewaşa Wanê

Li vegerê min behra Wanê daye li ser milê xwe yê rastê û ber bi Amedê ve dajom. Rengê behra Wanê yê şîn ê şînbirik, devê merivan li ber wê ezameta xwe girê dide. Heyfa min li min tê ku yek tune ye erebê bajo û ez têra dilê xwe li rengê şik î şîn ê behra Wanê yê mendexoş û sermest temaşe bikim.

Li nêzî girava Axtamarayê du ciwan ên nola cotek tivilk, destê xwe li min radikin. Ez dibêjim zinq û li ber wan disekinim. Ciwan, hevjînên hev in. Nola pîrhevoka cotek pirpinîk xistibe kemîna xwe, ez tevna pirsên xwe li dora wan dipêçim.

Bêyî çiv û dûvan bidin xwe, pirsên min dibersivînin. Bûka ciwan dibêje “abê wele gundê me baş e lê xizmên mêrê min ne baş in. Erê gundê me qurûcî ne lê dîsa jî gelek dengê partiya kurdan re ji gundê me derdikevin.”

Ez di eynika jor, li xortikê reşik dinerim, tenê tepelika serê wî ji min ve dixuye. Lixwemukurhatina hevjîna wî, ew di qoltixa paş de kiribû weke pûncikekê û civandibû ser hev. Ez hinekî gotinê bi dilê xortik davêjim navberê. Her diçe xortikê liserhev civandî, xwe wekî mahşotekî ji qermîçokên xwe vedilezîne. Rûyê wî tê texma eynikê. Çavên wî yên mizur, li ser rûyê wî yê fedîkar dizuxwurîne. Di wê hênê de em tên texma gundê wan. Bi israr ez wan li ser devê rê peya nakim û dadigerim nava gundê wan ê navê xwe ne hewce ye. Li jêra gund, qurûcî, bi erebeyên  xwe dadigerin nava gund qontirol dikin. Dixwazin min jî bisekininin. Xorto, nîvê gewdê xwe di cama erebê re derdixîne, dibêje “başqan! Em in em!”

Yê cerdevan me nasekinîne. Heçî ez im, ez jî nola lehengekî ku keleh ji hêla hundir ve fetih kiribe, wanî xwe qure dikim û ber bi gund ve dajom.

Gundê cot qumriyên ciwan li hember girava Axtamara ye û va ye navbê gund li ba min qeydkiriye, her wiha telefona wan jî. Ji hilbijartina 14’ê gulanê re jî çend roj mane. Roja 15’ê gulanê bi taybetî ez li encama hilbijartina vî gundê hanê binerim. Ka bê ev cot-qumrî yên gewaşî, kewaşe ne an rastgo ne.