2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend azad in bi girtinê natewin

Operasyona ku navenda wê Amed bû di 25’ê nîsanê de li hember rojnameger, siyasetmedar, hunermend û rêvebirên sazî û rêxistinên sivîl pêk pêk hat. Tevî gelek rojnameger, siyasetmedar, hunermend û rêvebirên saziyên sivîl nêzî 150 kesan hatin binçavkirin. Di nav wan binçavkiriyan de hunermendên li cur bi cur bajaran xebatên şano û muzîkê dikirin jî di nav de bûn. Di vê operasyona berfireh de şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê jî hatin binçavkirin. Li ser operasyonên li dijî hunermendên kurd lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar ji rojnameya me re axivî.

Şanoger Berfîn Emektarê ji bo vê operasyonê nerazîbûnên xwe anîn ziman û got: “Girtin û binçavkirina rojnameger, siyasetmedar û hunermendan helbet tiştekî ne normal e. Binçavkirina kesên ku bi fikrên xwe, kar û barên xwe bi salan e dewam dikin, çi rojnameger, çi hunermend ev ne normal e. Tiştek li ortê nîn e, hema bi kêfî tên binçavkirin, normal nabe, nayê qebûlkirin jî.”

Berfîn Emekdarê bi bîr xist ku bi salan e hevalên wan ên hunermend ji bilî kar û barên hunerê tiştekî re eleqeya wan nîn e û wiha derbirî: “Hevalên me yên hatine binçavkirin bi hunera xwe bi salan e bi şanoya xwe, sînemayê li pêşberî gel vî karê xwe dikin. Ji bilî hunermendiyê jî tu karekî wan tune ye. Em dizanin ku ev pirsgirêka bi salan e li ser çand û ziman û hunera kurdî tehdeyek heye. Ev binçavkirin jî yek ji wan e. Ne cara yekem e, ne jî wê cara dawî be. Ji bo hunermendan jî, ji bo hunera tê kirin jî ev ne cara yekemin û ya duyemîn be”.

Berfîn Emektarê bibiryarbûna xwe diyar ku wê ji karên xwe paşde nedin, berevajî vê wê hunera xwe xûrtir bikin û dewam kir: “Em ê her tim hunera xwe bikin. Ev nayê wê wateyê ku ev girtin, binçavkirin wê tesîrê li ser hunera me, xebatên me bike. Berevajî wê em ê hunera xwe her tim bikin û xurtir bikin û bigihîjin gelê xwe.”

Berfîn Emektarê diyar kir ku xebatên hunermermendan li berçavan in, tiştekî wan ê veşartî nîn e, ew diafirînin û pêşkêşî gel dikin û wiha got: “Ez ser navê hunermendên hevalê xwe dibêjim, tu wateya wê tune ye. Bi salan e berbiçav em dibêjin em hunermend in. Şanoya bajêr li vê derê ye, derê me ji kesî re vekiriye. Em li ser on line bilêtên xwe difiroşin û karê xwe dikin. Em di qada cemaweriyê de zelal û aşkera hunera xwe diberhilînin, diafirînin. Em xebatên xwe ne tenê li Amedê, li her derê Tirkiyeyê û li gelek deverên herêma me xebatan pêk tînin û karên xwe dewam dikin. Em dîsa bi van hevalan re dikin. Di heman demê de hevalên me yên muzîsyên, sînemager jî karê xwe dikin”.

Emektarê diyar kir kes nikare hunermendan bixe qalibekî ew dixwazin ji ber ku hunermend azad difikire, azad dihilberîne û diafirîne û ramanên xwe wiha anîn ziman: “Hunermendên çawa dixwazin? Ne ew dikarin me tekine qalibekî, ne jî em dikarin tekin qalibekî. Hunermend her tim azad e. Wê fikir û ramanên xwe derxîne, derkeve ser dike yan stranên xwe bêje yan jî şîîrên xwe pêşkêş bike. Ji ber vê jî em nikarin hunermendan têxin qalibekî. Hunermend azad e, divê biafirîne, berhilîne, di nav qalibekî de hilnayê.

Emektarê ligel qedexe û çewisandinên li ser çand, ziman û hunera kurdî rewşa şanoya kurdî weke asta şanoya cîhanê diyar kir û wiha got: “Ez weke temaşevan im, ji bo hunerên din, ji bo muzîka kurdî, sinemaya kurdî, ji bo wêne û her wekî din. Lê ji bo şanoya kurdî dikarim bejim, asta şanoya kurdî, bi berhemên xwe, gihiştina temaşevanên xwe, xwedîderketina li temaşevanên xwe a niha di asta cîhanê de ye. Ligel ev qas qedexe, çewisandin, bêderfetiyan asta şanoya kurdî bilind e.

Emektarê pîvanên ku weke şanazî diyar dike û asta wê dide ber şanoya cîhanê wiha anî ziman û axaftina xwe qedand: “Gava şanoyekê temaşevanê xwe derxist holê, ew temaşevan di her merheleyê de, di her demê de xwedî şanoyê derket asta wê şanoyê êdî nayê nîqaşkirin. Dikarim ser navê şanoya bajêr bejim, bi taybetî dikarim ser navê gelek komên şanoya kurdî dikin bejim, ji bo me cihê şanaziyê ye asta şanoya kurdî asta gelek jor de ye. Xaleke herî girîng ji bo min ev e, temaşevanê te heye, te xwedî derdikeve, tê şanoyê temaşe dike, hez dike. Helbet ev jî bi naveroka şanoyê ve girêdayî ye. Berhem asteke wê tune be, gotineke wê tune be ku bi temaşevan re têkiliyekê dayne, wî çaxî temeşevanên wê şanoyê jî tune bin mixabin. Şanoya kurdî berhilînên wê hene, berhemên wê hene, temaşevanên wê hene û di her astê de jî derdikeve ber temaşevanên xwe. Ez temaşevanên xwe pênase dikim lê her tim bi gelê xwe re, bi zimanê wî gelî, çanda wî, formen wî derkevî hemberî wî.”