3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama Amedê pir zelal e: Partiya Çepên Kesk

Welatiyên Amedê diyar kir ku siyaseta kurd ji HEP’ê heta niha tevî hemû cureyên zextan û girtinan jî têkoşîna xwe domandiye û wiha got: “Em ê piştevaniya Partiya Çepên Kesk bikin. Yek ji me diçe lê bi hezaran tên şûna wan. Em ê di vê hilbijartinê de îktîdarê têk bibin.”

Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê êdî ji bo hilbijartinên 14’ê gulanê rojan dijmêrin. Nûçegihana Ajansa  Mezopotamyayê Zerrîn Sargutê beriya hilbijartinê li navçeya Sûrê ya Amedê nêrînên gel jê pirs kirin. Amediyan got ku li dijî krîza aborî, bêkarî û polîtîkayên şer dê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

‘Em ê xwedî li sındoqan derkevin’

Ji welatiyan Mûrat Demîr bal kişand ser doza girtinê ya der heqê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û û got ku dê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Demîr, axaftina xwe wiha domand: “Me heta niha dengê xwe dida HDP’ê. Dê heta dawiyê jî wisa be. Ji bo ewlehiya sindoqan fikarên me hene. Lê em soz didin ku em ê xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê yek deqeyê li ser sindoqan neçin. Em ê heta dawiyê li wir bin. Divê em xwedî li sindoqan derkevin û gel jî di vê mijarê de hişyar bikin.”

Kiymet Çoban jî diyar kir ku ji ber krîza aboriyê nikare debara xwe bike û ev tişt anî ziman: “Hêviya min ew e ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de bi ser keve. Hevjînê min Ahmet Çoban, serokê sendîkayê bû û karmendê darayiyê bû. AKP’ê ew ji kar dûr xist. Ew jî gelek li ber ket û bi penceşêrê ket û jiyana xwe ji dest da. 4 neviyên min hene. Ez bi mûçeyê teqawidiyê yê hevjînê xwe li neviyên xwe dinêrim. Niha kirêyên malan bûne 10 hezar TL. Ez heqê xwe li wî helal nakim. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Di hilbijartina serokkomariyê de jî em ê dengê xwe bidin Kiliçdaroglû.”

Tu xizmet nîn e

Welatiyê bi navê Mehmet Polat jî destnîşan kir ku ji HEP’ê heta Partiya Çepên Kesk, di tevgera siyasî ya kurd de cihê wan diyar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Namzetê me yê serokkomariyê Kiliçdaroglû ye. Partiya me jî Partiya Çepên Kesk e. Ev der Amed e. Bê guman em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Ma AKP’ê bo me çi kiriye? Tevek jî diz in. Em ê ewlehiya sindoqan biparêzin. Heta dengê me jî didizin. Qala ‘xizmetê’ dikin lê kanî kolan, cade, kanî şaredartiya gel? Ew tenê li qesrên xwe keyfa xwe dikin. Em peywirdar in. Dê dengên xwe biparêzin û heta dawiyê xwedî li sindoqan derkevin.”

Ji welatiyan Nûrûllah ku nexwest paşnavê xwe bide jî bi lêv kir ku têkildarî ewlehiya hilbijartinê fikarên wî hene û wiha pê de çû: “Ez ê cara ewil dengê xwe bidim. Ez ê dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Di hişê min de tenê Partiya Çepên Kesk heye û ez ê bidim wê. Li Tirkiyeyê her tim derew, dizî û nelirêtî hene. Lewma di mijara ewlehiya sindoqan de em ditirs in. Em ê li ser sindoqan bisekinin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin.”

Ma êdî ne bes e

Menfiye Boz jî anî ziman ku heke Partiya Çepên Kesk bi ser keve dê dawî li zilm û zextan bê û wiha derbirî: “Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê bi ser kevin û piştre bêhnekî bistînin. Em ê ji zilm û zexta li kolanan xilas bibin. Dê HDP were girtin, ma çi sûcê wan çêbû? Em beriya Partiya Çepên Kesk jî hebûn û dê her hebin. HDP çû û niha Partiya Çepên Kesk hat. Heke em li hev xwedî derkevin dê her tim mezin bibin. Yek ji me biçe dê hezar kes bên cihê wan. Li Amedê ji bilî Partiya Çepên Kesk navê tu partiyên din derbas nabe. Vî bajarî ew qas êş kişandine, ew qas mirovên wê hatine qetilkirin. Tu miletan bi qasî kurdan zehmetî, zilm û zext nedîtine. Kezeba dayika hatiye şewitandin, gund hatin şewitandin, xelkê me hate sirgûnkirin. Ew qas êş hene ku mirov bibêje.  Her tişt girêdayî îradeya me ye. Divê em bê tirs û bi kelecaneke mezin biçin ser sindoqan. Em ê bibêjin ‘êdî bes e.’ Di sindoqan de em ê xwe biparêzin. Baweriya me ew e ku vê carê dê bi dawî bibe.”

Hêvî li kolanan e

Ji welatiyan Zulfu Demîr jî anî ziman ku ji berê heta niha her tim tevgera kurd parastiye û axaftina xwe temam kir: “Ji HEP’ê heta niha her çend ku nav hatibin guherandin jî me her tim dengê xwe da partiyên xwe. Em ê heta dawiyê jî bidin wan. Em ê poşman nebin. Me bi olê dixapînin. Em ê dengê xwe ji bo demokrasî û wekheviyê bidin û sindoqan biparêzin. Ji bo cihêkariya di navbera ol, bawerî, nîjad û mezheban de bi dawî bibe, em ê têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin. Em dixwazin welatekî ku bikarin tê de bijîn ava bikin. Hêvî li kolanan e. Hemû ciwanên vî welatî bê kar in, bê pere ne. Ji bo guherîn û veguherînê em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Namzetê me yê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ye. Em ê xwedî li sindoq û vîna xwe derkevin.”