4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Oya Ersoy: Em dîroka berxwedanê dinivîsînin

Endamên Platforma Saziyên Demokratîk ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li Qada Tunelê ya Beyoglu kom bûn û di bin dorpêça polîsan de heta rêxistina HDP’ê ya Stenbolê meşiyan. Girseyê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan şermezar kir û xwest daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Parlementerên HDP yên Stenbolê Mûsa Pîroglû, Oya Ersoy, Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu, rêvebirên bajêr û navçeyan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Heta demekê polîs û girseyê niqaş kirin. Piştî niqaşan polîsan mudaxileyî girseyê kir û 8 kes binçav kirin. Lê girseyê bertek nîşanî vê yekê da û ji Kolana Îstîklalê heya HDP’a Stenbolê ya li Şîşxaneyê meşiya. Girseyê di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Li gel hemû astengiyan girse heta avahiya HDP’ê meşiya. Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu destnîşan kir ku ya tê kirin dijhiqûqî ye û dê vê yekê qebûl nekin.

Parlementerên HDP’ê Mûsa Pîroglû û Oya Ersoy jî li dijî astengiyên polîsan li qada Galatasarayê daxuyanî dan. Pîroglû anî ziman ku cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derdikevin û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Lê baronên tiryak û mafyayê tên berdan. Divê bê zanîn ku dê ev dorpêç bê şikandin. Dê îqtidar hilweşe û girtî azad bibin.”

Parlementera HDP’ê Oya Ersoy jî destnîşan kir ku bi şebekeyeke sûcan re rû bi rû ne û got: “Navê vê faşîzm e. Bila bê zanîn ku yên li zindanan zilmê dikin cihê wan sergoyê dîrokê ye.Em dîroka berxwedanê dinivîsînin.”