26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pûtîn: Amerîka bi fûzeyên xwe li ber deriyê me ye

Serokê Rûsyayê Vlademîr Pûtîn nerazîbûna xwe li hemberî çekên ku Amerîkayê daye Ukraynayê anî ziman û wiha got: “fûzeyên Amerîkayê êdî li ber deriyê Rûsyayê ne.”  Pûtîn got ku Rûsyayê fûzeyên xwe li ser sînorê Amerîkayê bicih nekirine û ji Hêzên NATO’yê re jî wiha got: “ Divê hûn pirsên me bibersivîn, ne ku em bersivê bidin metirsiyên we yên der barê Ukraynayê de”

Ji aliyekî din ve Pûtîn der barê bicihkirina hêzên Rûsyayê ên li ser sînorê Ukraynayê de wiha got: “ Artêşa Rûsyayê li ser axa xwe ye û neketiye axa welatekî din”.

Beriya çend rojan rayedarên Amerîkayê Rûsyayê hişyar kiribûn ku êrîşî Ukraynayê neke û rê bide ku ev pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin. Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî bersiv dabû bangên Amerîkayê û gotibû ku diyaloga dîplomasî ya bi Amerîkayê re divê bê şert û merc bin, divê NATO Ukraynayê wekî endam qebûl neke. Lê Ukrayna jî bi israr dibêje ku divê welatê wan tev li hevgirtina welatên NATO’yê bibe.