3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozturk: Di dil û meşiyê her kurdekî de Kurdistan yek e

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam, rêveberên DBP’ê, rêveber û parlamenterên HDP’ê û gelek kesên ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê hatin navçeya Silopiyayê. Girseya kom bûn bi pankarta “Li dijî îxanet û dagirkeriyê em ê xaka pîroz biparêzin.” meşiyan deriyê Sînor ê Xabûrê. Li sînorê Xabûrê li ser navê girseyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Bertan Ozturk axaftin kirin. Salîha Aydenîz anî ziman ku eger îro li Tirkiyeyê rejîma yekzilamî hebe, ji ber pirsgirêka kurd bi rêbaza demokratîk nehatiye çareserkirin û wiha axivî: Ji ber ku heta dawî polîtikayên tecrîdê didomînin û heta dawî dijminantiya gelê kurd dikin îro rejîma yekzilamî hebûna xwe berdewam dike. Ji ber vê yekê em gelê kurd dê heta dawiyê  ji vê polîtîkaya şer re nebêjin erê. Em ê her tim têkoşîna siyaseta demokratîk berdewam bikin.”

Berdan Ozturk, jî anî ziman ku îro li ser navê KCD, TJA, HDP û DBP’ê wekî Bakurê Kurdistanê li ser sînor daxuyaniyê didin û wiha got: “Îro bakurê Kurdistanê li vir daxuyankiyê didin. Îro milyon li vir daxuyaniyê didin. Ji ber vê yekê divê PDK jî û tevahiya gelê başûr jî li vê daxuyaniya me guhdarî bikin. Ji aliyê emperyal û dewletên herêmê ve Kurdistan hat çarparçekirin. Ev rast e. Lê di dilê her ferdekî gelê kurd de Kurdistan yek e. Di dil û mejiyê her kurdekî de Kurdistan yek e. Demek dirêj e AKP-MHP’ya faşîst, ew dijminê kurdan, li ser dijminantiya kurdan Kurdistanê careke din dagir dike. Demê berê jî ev yek kir. Lê îro vê yekê bi hevkarî û alîkariya rêveberiya PDK’ê dikin. Em vê yekê qebûl nakin.”