spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sedan kes meşiyan Sîlopiyayê û şer şermezar kirin

Şerê dewleta tirk a li dijî Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya PDK’ê di 17’ê nîsanê de dest pê kiribû didome. Li dijî şer bertekên gel zêde dibin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, aktîvistên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam, rêveberên DBP’ê, rêveber û parlamenterên HDP’ê û gelek kesên ji Mêrdîn, Sêrt, Êlih û Amedê hatin, li bajarokê Tilqebînê ya Silopiyayê civîyan. Girse, piştî li bajaroka Tilqebînê kom bûn bi pankarta “Li dijî îxanet û dagirkeriyê em ê xaka pîroz biparêzin” vekirin û meşiyan navçeya Sîlopiyayê. Girse piştre meşiya deriyê Sînor ê Xabûrê. Li sînorê Xabûrê li ser navê girseyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz daxuyanî da û anî ziman ku wan tu carî ji şer re negotiye erê û dê her tim li dijî şer têbikoşin.