9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Putîn: Em gaza xwe nema bi dolar û ewro difiroşin

Rûsyayê gef li welatên Rojava xwar û ji wan re got heke hûn bi rubilan nekirin ez ê gazê ji ser we bibirim. Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn got ku heçî bixwaze gaza Rûsyayê bikire divê hesabê xwe yê bankayê yê rubilên rûsî veke. Putîn di vê der barê de wiha got: ”Kesek tiştekî belaş nade me, em jî tu karên xêrxwaziyê ji kesekî re nakin.”

Li gorî vê biryarê çi kesên ku bixwazin gaza Rûsyayê bikirin divê bi hesabên xwe bi pereyên rûsî vekin û êdî hesabên dolar û ewroyan dê ne derbasbar bin.

Hêjayî gotinê ye ku di encama ambargoyên giran ên DYA û welatên Rojava de nirxên pereyên rûsî gelekî ketin û Putîn bi vê gavê dixwaze hinekî nirxên pereyên welatê xwe bilind bike. Welatên Rojava û DYA’yê ji ber êrîşên Rûsyayê ên li dijî Ukraynayê gelek dane û ambargoyên giran li ser Rûsyayê ferz kirin û di encamê de zirareke mezin dan aboriya Rûsyayê.